Der barê Semra Guzel de fezlekeyek din

Derbarê wekîlê HDP’ê Semra Guzel de, bi îdiaya ku ‘Hevseroka DTK’ê Leyla Guven li mala xwe veşartiye’ fezlekeyek nû hat amadekirin.

Enqere – Derb arê Wekîlê HDP’ê ya Amedê Semra Guzel a parêzbendiya wê hat betalkirin de fezlekeyek din jî hat amadekirin.

Fezlekeya nû ya der barê Semra Guzel de bi îdiaya ku Leyla Guven a Hevseroka DTK’ê li mala xwe veşartiye bi sûcdarkirina ‘veşartina sûcdar’ hat amadekirin.

Der barê Wekîla HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de piştî belvabûna wêneyên wê yên bi Volak Bora yê PKK’yî re hatibû kişandin, hat weşandin, fezleke hatibû amadekirin. Fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatibû amadekirin, Semra Guzel bi ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû sûcarkirin, şandibû Wezareta Edaletê.

Piştî ku dosyaya parêzbendiya der barê Semra Guzel de şandin Komîsyona Giştî ya Makezagona Edaletê, Komîsyona Giştî kom bû û komîsyona amadekariyê ava kir. Di 1’ê Adarê de jî piştî hevdîtinên ku li Desteya Giştî hatibûn kirin parêzbendiya Semra Guzel hat rakirin.