Li Îranê daneyên zayînê, ‘zarokên dayik’ derxist holê

Li Îranê li gor daneyên Daîreya Nifûsê hezar û 474 zarokên ku emrê wan nebûye 16 weke ‘dayik’ derbasî qeydan bûne û hatiye diyarkirin ku ji van zarokan gelek bebik hatine dinyayê.

Navenda Nûçeyan – Li gor daneyên Daîreya Nifûs û Teşkîlata Qeyda Sivîl a Îranê hejmara kesên ku di emrê zaroktiyê de bûne dayik weke hezar û 474 derbasî qeydan kiriye. Ev dane ne zarokên ku di temenê biçûk de hatine zewicandin, daneyên zayînê qeyd kirine.

Li gorî daneyan hezar û 474 zarokên ji temenên cuda yên di bin 18 salî de weke ‘dayik’ derbasî qeydan bûne. Hat destnîşankirin ku yên temenê wan 19 ye jî 69 hezar û 103 zarok anîne dinyayê.