Nobeta Edaletê: Îstîfakirin jî şeref e

Malbata Şenyaşar di roja 431'emîn a çalakiya xwe de bang li Wezareta Edaletê kir û got: "Ger hûn nikarin edaletê pêk bînin, îstîfakirin jî şeref e.”

Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, berdewam dike. Malbata Şenyaşar di roja 431'emîn a nobeta edaletê de ye.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê Wezareta Dadê etiket kir û ev parvekirin kir: “Gotinên me yên ji bo Edaletê xelas bûn, lê têkoşîna me û sebra me xelasnebûye. Heta ku maf cihê xwe dibîne wê têkoşîna me ya li pêş Edliyeya Rihayê bidome. Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin, îstîfa kirin şeref e.”