TJA: Qirkirin li ser jin û ziman tê kirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek weşand û cejna vejînê ya zimanê Kurdî, di serî de li jinên Kurd, li xebatkar û kedkarên zimanê Kurdî û hemû Kurdan pîroz kir.

Navenda Nuçeyan – Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA di daxûyaniyê cejna zimanê Kurdî pîroz, kir bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ê li dijî ziman û wiha hat gotin “Her weke ku tê zanîn di dîroka jiyana mirovahiyê de gelek nirxên bingehîn hene ku civakbûnê pêk tînin. Yek ji wan nirxên bingehîn û jêneger jî ku hebûna civakbûna mirovan dide xuyakirin, zimanê dayikê ye.”

“Qirkirin li ser jin û ziman tê kirin”

Tevgera Jinên Azad da zanîn ku yek ji zimanên herî kevnar zimanê Kurdî ye û li ser polîtîkayên şerê taybet ê li ser zimanê Kurdî tê meşandin wiha got: “Bi hezaran salan e ku zimanê kurdî di bin polîtîkayên ziman û çanda serdest ên nijadperest û zayedperest de ye û di roja me ya îroyîn de jî ev ziman bi windabûnê re rû bi rû dimîne. Bêguman ev yek yekser bi şikandin û qirkirina jinan re pêywendîdar e. Mixabin çawa ku di dîrokê de şikandin û qirkirin li ser jinan pêk hatiye, di kesayeta jinan de di serî de li ser ziman û çanda civakbûna mirovahiyê jî pêk hatiye. Ji ber ku ziman zimanê jin-dayikê ye û jin û ziman bi hev re yekpênaseyî ne ku ew qas êrîş, tundî, qirkirin li ser jin û ziman tê kirin. Lewra polîtîkayên hişmendiya mêrsalarî yên nijadperest, zayendperst û milîtarîst ku li ser jinan tên meşandin û polîtîkayên asîmîlekar, pişaftin û biyanîbûnê ku li ser ziman tên kirin bi heman rengî ne.”

“Girtiyên azadiyê ji ber ku kurdî axaftin kirine nayên berdan”

TJA di daxûyaniya xwe de girtiyên azadiyê yên ji ber axiftina Kurdî rastî pêkûtiyan tên destnîşan kir û wiha got: “Bi salan e ku dewleta Tirk di serî de li zindanan û di hemû qadên jiyanê de li ser jinên kurd û li ser zimanê kurdî polîtîkayên şerê taybet ên nijadperest, zayendperest û qedexekar dide meşandin. Di serî de jin û girtiyên azadiyê ji ber ku kurdî axaftin kirine, stranên kurdî gotine yan jî di dadgehan de kurdî parastin kirine, cezayên disiplînê li wan hatine birîn, înfaza wan hatiye şewitandin û tevî ku cezayên wan xilas jî bûne, nayên berdan. Ciwanên kurd ên di kolanan de stranên kurdî dibêjin, her roj rastî tundî, girtinê tên û mafê wan ê strangotinê ji destên wan tê girtin. Bi hezaran pirtûkên kurdî hatine qedexekirin, rojname, kovar û ajansên kurdî hatine girtin. Li xebatkar û dildarên ziman, wêjevan û hûnermendê kurd doz hatine vekirin û ceza li wan hatine birîn. Bêguman wateya van polîtîkayan jî zimankujî û mirovkujî ye.”

“Makezagona navneteweyî ya mafên mirovan tê binpêkirin”

Tevgera Jinên Azad (TJA) protokola parastina zimanê Kurdî ya UNESCO îmze kiribû bibîrxist û li ser pêk neanîna vê protokolê wiha got: “Mixabin UNESCO jî dibe şirîka polîtîkayên navneteweyî yên li hember Kurdan û zimanê kurdî. UNESCO'yê di sala 2011'an de bi şaredariyên Kurdan re protokola parastina zimanê Kurdî û cihên dîrokî îmza kiribû. Lê tevî ku ev qas bêhiqûqî, tundî û qedexe li ser ziman û çanda kurdî tê kirin, heta niha yek daxuyaniyek jî derbarê ziman û polîtîkayên dewletê de bi raya giştî re aşkere nekiriye. Ev jî tê wateya binpêkirina makezagona navneteweyî ya mafên mirovan. Her wiha zimanê kurdî zagona mafên zimanî û çandî ya di hiqûqa navneteweyî de hatiye pênasekirin û biryara parastina wê hatiye girtin. Di serî de peywira UNESCO, dewleta Tirkiyeyê û dewletên alîgir e ku li mafên zimanî û çandî xwedî derbikeve, biparêze, bike zimanê fermî û yê perwerdehiyê.”

“Di serî de jin, gelê Kurd bi hezar salan e ji bo hebûn û zimanê xwe têdikoşin

TJA bal li ser têkoşîna parastina ziman û hebûnê kişand: “Bi vê mebestê bi hezaran salan e ku di serî de jin û hemû Gelê Kurd, ji bo hebûna ziman, çand û nirxên xwe yên xwebûnê têdikoşe û berdêlên herî mezin jî dane. Lê tu carî dev ji ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî bernedane û her tim ew parastine. Yek ji qonaxa herî girîng a vê têkoşînê jî roja 15'ê Gulana 1932'yan roja derketina kovara Hawarê ye ku cara yekemîn bi tîpên latînî dest bi kovargerî û weşangeriya kurdî kiriye û tovê vejînê ya ziman û wêjeya kurdî hatiye reşandin.”  

“Cejna vejînê ya zimanê kurdî pîroz be”

Di dawiya daxûyaniyê de Tevgera Jinên Azad (TJA) cejna zimanê Kurdî pîroz kirin: “Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA), bi wesîleya vê rojê çi kesên ku ji bo ziman, çand û nirxên xwe têkoşiyane û di rêya têkoşîna azadiyê de nemir bûne bi bîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin. Cejna vejînê ya zimanê kurdî, di serî de li jinên kurd, li xebatkar û kedkarên zimanê kurdî û hemû kurd pîroz dikin.”