Nivîskara Îranê bi pirtûka bi navê ‘Dîn’ tundiya li dijî jinan vedikole

Nivîskara Îranê Rana Sileymanî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîn’ de têkiliya rejîmên dîktator di tundiya civakê de lêpirsîn dike û dibêje: “Ger em bi rastî bixwazin guherînê çêbikin divê tiştên tên jiyîn binivîsînin û piştevaniyê bi hêz bikin.”

ŞAHLA MUHAMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Nivîskar Îranê Rana Sileymanî ku li Swêdê dijî, bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Dîn’ ku di payîza 2024’an de hat çapkirin, derket pêşberî xwendevanên xwe. Rana Sileymanî têkildarî pirtûka xwe, ji ajansa me re axivî û got: “Li Îranê û di tevahî civakên mêrsalar de rêjeya kuştin û tundiya li dijî jinan gelek zêde ye. Ez fikirîm ku vê rastiyê rabixim ber çavan. Ne tenê vê pirtûkê binivîsînim, di heman demê de ji bo ku di vê qadê de zêdetir agahî were berhemdayîn û avakirina hişyariya çandî bûye şert. Ji ber ku ev pirsgirêkek gelek tevlihev a civakê ye û ji bo em pêşî li kuştinê bigrin divê hemû derfetên di destên xwe de bi kar bînin.”

‘Li Îranê bûyerên kuştina jinan tên normalîzekirin’

Rana Sileymanî da zanîn ku herî dawî li bajarê Erdebîl ê Îranê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin û anî ziman ku li Îranê bûyerên bi vî rengî hema bibêje her roj tên jiyîn û êdî hatiye halê ji rêzê û wiha got: “Komara Îslamî ya Îranê, hewl dide van qetlîaman weke ‘lihenekirina malbatî’ binirxîne û ser wan bigre. Lê belê ev krîzeke civakî ye û demek dirêj e didome, her roja diçe jî kûrtir dibe. Bi taybetî piştî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em dibînin ku bûyerên kuştina jinan zêde bûne.”

Polîtîkayên dewletê jinan dikin hedef

Rana Sileymanî destnîşan kir ku tundiya di nava civakê de, ne tenê pirsgirêka şexsî ye, di heman demê de pirsgirêkeke bingehîn e û ev tişt got: “Di civakê de dema tundî derdikeve holê, ev tenê bi bûyerek re sînordar namîne, belav dibe. Di bûyerên kuştina jinan de gelek faktor hene. Li cihê ku jin bên parastin, qalibên çandî yên ceza dikin, polîtîkayên dewletê ku bi awayek sîstematîk jinan dikin hedef, biryarên ku daraz li dijî jinan didin, baweriyên ku divê jin der barê jiyana xwe de nebin xwedî mafê gotinê, nêzîkatiya kontrolê ya mêrê serdest hene... Ev hemû bi taybetî dema bi girêdana aborî û civakî re dibin yek, ji êrîş û kuştina ku di bin navê ‘namûsê’ de tên kirin, re cih vedikin.”

‘Bingehên sazûmaniya mêrsalarî dest bi hejandinê kir’

Rana Sileymanî bal kişand ser polîtîkayên zextê û mirina bi guman a di bin navê ‘întiharê’ de û wiha domand:

“Beriya çend rojan alîkarê wezîrê karên hindir, întiharê ‘weke diyardeyeke global’ nirxand. Hewl dide rastiyan veşêre û vê rewşê normalîze bike. Helbet ez li dijî vê yekê me. Ji ber ku li holê gelek sedemên bi eşkere werin dîtin, pêşî li wan werin girtin, werin birêxistinkirin, bi hişyariyê werin guherandin hene. Zêdekirina zextê, têkiliya wê rasterast bi wê yekê re heye ku jin zêdetir daxwaza mafên xwe bikin. Dema jinan dest bi domandina jiyana azad kirin, ketin ferqa mafên xwe. Dikarin daxwazên xwe zêdetir bi eşkereyî îfade bikin. Dema ku fam kirin xwedî bedena xwe ne û tu jinek ne namûsa kesê ye, bingehên sazûmaniya mêrsalariyê dest bi hejandinê kir. Ji ber vê yekê îro jinên Îranê, ji bo hemû hêz ku mîrasa ku pergala mêrsalarî û dîktator ji dest girtiye careke din bigrin divê du qatên din têbikoşin.”

‘Di zêdebûna bûyerên kuştina jinan de diyardeya tundiyê heye’

Rana Sileymanî diyar kir ku di pirtûka xwe de aniye ziman ku zêdetir rejîma dîktator li welatan, xwe weke zanayê herî mezin dibîne û difikire ku li ser navê hemû kesan biryar bide û got: “Ev rewş di malbatê de ji bo bav modelek çêdike, ji ber piranî dîktator mêr in. Weke tê dîtin kesek, bêyî dengê gelê xwe bibihîse li ser navê hemû civakan biryar digre û ev jî belav dibe. Em dibînin ku di zêdebûna bûyerên kuştina jinan de diyardeya şîdetê heye.”

‘Ez ê li hemberî vê hovîtiyê çawa çavên xwe bigrim?’

Rana Silyemanî wiha got: “Ji bo nivîskarek weke min, anîna ziman a van êşan gelek zehmet e. Ez dikarim tiştên xweş binivîsînim lê belê tiştek xweş tune ye. Dema min pirtûka bi navê ‘Long Live Life’ nivîsand ku mijara wê darvekirina çar jinan e; hevalek min ji min re got; ‘Çima tu van dinivîsînî? Tiştên ku pê pirtûka te were firotin binivîsîne.’ Ez jî dipirsim; gelo weke jinek nivîskar ez ê çawa bertek nîşanî bûyerên kuştina jinan nedim? Ger ez ji pênûsê hez dikim û dikarim binivîsînim, çima ez ê nenivîsînim? Ez ê li hemberî vê wehşeta heyî, çawa çavên xwe bigrim? Ger bi rastî em bixwazin guherînê çêbikin divê ku tiştên tên jiyîn binivîsînin. Divê em piştevaniyê bihêz bikin û destek bidin hev.”

Rana Sileymanî der barê sedema navê pirtûka xwe ‘Dîn’ de wiha got: “Rewşa heyî nîşan dide ku ger kesek bi hêsanî qesda jiyana mirovek din bike û bikuje, ne normal e. Ew kes an nexweş e yan jî dîn e. Ji ber ku mirovek bi tendurist, dema pirsgirêkên wî/wê tunebin, ziyanê nade kesek din, sedema hilbijartina vî navî ji bo pirtûka min ev e.”