Emeliyatên estetîk ên jinan: Zexta hevjîn û qebûlkirina bi darê zorê

Di salên dawî de emeliyatên estetîk, ji bo gelek jinan tercîheke şexsî ye bi darê zorê li ser wan tê ferzkirin.

NASIM EHMEDΠ

Kirmaşan – Di odeyên emeliyatên estetîk de, daxwazên kesane yên jinan her dem nayên dîtin. Carna tiştê ku jinek dikşîne li ser maseya emeliyatê ne daxwaza wê bi xwe ye, zexta hevjînê wê ya ji bo ‘bedewiyê’ ye.

Di salên dawî de bi zêdebûna reklamên medyayê û tiştên ji bo dîtbariya fizîkî zêde dibin. Emeliyatên estetîk bûne parçeyek jiyana rojane ya gelek jinan. Lê belê, mijara ku kêmtir balê dikşîne, rola zexta hevjîn a di biryarên li ser jinan ji bo kirina van emeliyatan e.

Zexta Hevjîn: Gef û biçûkxistin

Di hinek malbatan de mêr, bi hinceta mafê zayendî yan jî parastina balkêşiya hevjînên xwe, zextê li jinan dikin ku emeliyatên estetîk bikin. Ev zext, bi riya gefên rasterast, gefên hevberdanê, biçûkxistin, tirsandin an jî muqayeskirina bi kesên din re û bêxemiya hestyarî tê kirin. Ev tevger mînakên tundiya derûnî yan jî tundiya li ser bingeha zayendî ye ku bi awayekî vekirî mafên jinan ên li ser bedana wan binpê dikin. Piraniya jinên emeliyatên bi zorê derbas dikin, hestên bêqîmetî, fikar, depresyon û nexweşiyên psîkolojîk dijîn. Ev zext çerxa veşartî ya tundiya di jiyana jinan de didomîne û zirarên bêveger hem dide tenduristiya wan a derûnî hem jî ya fîzîkî.

Her çend li Îranê jin ji bo emeliyatên estetîkê neçar nîn in destûr ji hevjînên xwe bigrin jî gelek jin ji ber girêdana aborî, zextên çandî yan jî tirsa ji vederkirinê, li ser bedana xwe ne xwedî kontrola rasteqîn in û bi awayekî neçarî berê xwe didin hewldanên estetîkê.

Bedela emeliyata bi darê zorê

Sepideh.Q diyar dike ku ew ji ber zexta hevjîna xwe emeliyeta labiaplastî bûye û got: "Dema ku ez di 17 saliya xwe de zewicîm, hevjînê min xwest ez mudaxleyê labîama xwe bikim. Tinaza bi min kir û ez neçar mam emeliyat bikim. Her wiha ji ber ku ez qels bûm, dixwest ez dermanên qelewbûnê bi kar bînim. Bikaranîna dermanan zirarek mezin da min û di encamê de hevjînê min dev ji min berda. Xwezî min daxwazên wî qebûl nekiribûya.”

Hinek mêr bawer dikin ku divê jin bêkêmasî bin; lê ev bêkêmasî ne rewşa xwezayî ya jinan, di şêwaza mêr dixwaze de ye. Ev nêrîn, mêran mîna afrîner û jinan jî mîna amûreke ku divê ji nû ve bê şêwekirin dibîne. Zexta estetîk a li ser jinan, nîşaneeyk nû ya helwestên kedxwarî yên mêran ên roja me ya îro ye. Mêr li ser bedana jinan, mîna ku hêzên mêtingeh welatekî dagirkirî kontrol dikin, serweriyê ferz dikin.

Bedana jinê veguherî amûrek kontrol û serdestiyê

Di pirtûka “Makeup, Fashion and the Exploitation of Women” de, tê diyarkirin jin di civakê de li gorî daxwazên mêran tên guhertin û wiha tê gotin: "Di civaka kapîtalîst de, jin ne mîna mirovek azad, mîna amûrekî ku mîna pîvanên bedewiyê yên mêr dixwazin şêwe bidin, tên pêşkêşkirin."

Di civakên baviksalar de, jin hebûna xwe bi xizmetkirina daxwazên mêran pênase dikin. Bi gotinên li ser navê olê bi gelemperî rola jinan bi razîkirina hevjîn ve sînordar dikin û bi vî rengî xweseriya jinan a li ser beden û nasnameyên wan tê paşguhkirin.

Li Îranê li ser jinan wiha tê gotin: "Divê jin xwe ji bo hevjînê xwe bixemilîne, cilên herî xweşik li xwe bike, bi awayekî herî xweş makyaj bike û her dem xwe pêşkêşî hevjînê xwe bike.”

Van gotinên li ser navê olê yên bi vî rengî, mêran teşwîq dikin ku ji jinan daxwaza guhertina fîzîkî bikin. Ji ber ku jin jî bi berpirsiyariya razîkirina hevjînên xwe mezin bûne, beşdarî pêşbirkên bedewiyê dibin û xwe bi kesên din re muqayese dikin.

Berdela tenduristî û xwebaweriyê

Jina bi navê Negîn.T ya dayika du zarokan, serpêhatiya xwe wiha tîne ziman: "Min du caran zarok anîn dinyayê û bedana min guherî. Lê hevjînê min her dem zêdebûna kîloyên min rexne dikir. Her dem min bi jinên xweşik re muqayese dikir. Lewma piştî vê zextê min emeliyatek derbas kir lê serkeftî derbas nebû, bedena min reş û mor bû.”

Jin kişandina bala mêran mîna erka xwe ya herî girîng dibînin. Di salên dawî de, gotinên wekî "panter" û "daf" standardên nû yên xuyabûnên jinan îdealîze dikin derxist holê û gelek jin ji bo razîkirina hevjînên xwe serî li emeliyatên estetîkî didin.

Emeliyatên estetîk ji ber serdestiya mêr û zexta civakî ne

Li îranê di salên dawî de emeliyatên estetîk di asteke diyarker de zêde bûn. Ev zêdebûn nîşaneya xurtbûna serdestiya mêran e. Jin bawer dikin ku dikarin tenê bi guhertina fizîka xwe mêran razî bikin. Recrubeyên Sepîdeh û Negîn, mînakên berbiçav in, nîşan didin ku jinên zewicandî bi zextên hevjîn re neçarî hilbijartinên bi xeter tên kirin. Ev rewş jinan ber bi emeliyatên estetîk ve dibe û tenduristiya wan a derûnî û bedenî dixe xeterê. Lewma arestebûna emeliyatan tenê hilbijartinek takekesî nîn e, encama çanda serdestiya mêr û zextên civakî ye.