Jinên Êzidî li dijî her cûrê tundiyê têkoşînê bilind dikin
Endama TAJÊ Welat Cano diyar kir ku di serî de jinên Êzidî, hemû jin rastî her cure tundiyê tên, ji bo wê divê jin ji her alî ve xwe perwerde û birêxistin bikin û li dijî tundiyê serî rakin.
FARAŞÎN MERVAN
Şengal – Bi mebesta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û têkoşînan jinan gelek semîner lidar xistin. Gelek ji van semîneran jî ji bo mêran bûn. Di van semîneran de di serî de jineolojî, gelek mijarên wek girîngiya xweparastin, rêxistinbûyîn, perwerde û hwd. hatin nîqaşkirin. Bi taybetî TAJÊ semînerên xwe di çarçoveya pêngava ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ de ku di 30’ê Cotmehê de dabû destpêkirin de, pêk tîne.
Têkildarî 25’ê Mijdarê û pêngavê, endama TAJÊ Welat Cano ji ajansa me re axivî.
Welat Cano girîngiya têkoşîn û pêngavê nirxand û di destpêka axaftina xwe de di şexsê her sê xwişkên Mîrabel de hemû jinên têkoşer bi bîr anî. Welat Cano diyar kir ku her sê xwişkên Mîrabel bi têkoşîna xwe mîrateyeke mezin ji hemû jinên cîhanê re hiştine û ev tişt anîn ziman: “Li dijî tundiya li ser jinê û li dijî binpêkirinên mafê jinan, heya roja me ya îro berxwedanên jinan ê pir mezin çêbûne. Em jî wek jinên Êzidî heya îro ji her alî ve rastî tundiyên pir mezin hatin. Çi ji aliyê fîzîkî ve çi jî ji aliyê hişmendî ve.”
‘Me bi saya Rêber Apo em rêxistinbûn û têkoşînê fêr bûn’
Welat Cano anî ziman ku ji aliyê aqlê dewletê ve qirqirinek taybet li ser jinên Êzidî pêk hatiye û wiha domand: “Ji bo vê jî em wek jinên Êzidî pêwîst e her roj xwe perwerde bikin û parastina xwe bi xwe pêk bînin. Em wek Tevgera Jinên Êzidî di ferqa wê de ne ku lazim e wek jinên Êzidî her roj em xwe perwerde bikin, di heman demê de jî zanebûna xwe bidest bixin û parastina xwe bikin. Di nav civaka me de berê jin nikaribû ji mal derbikeve, xwe pêş bixe, hem tundiya fîzîkî hem jî tundiya hişmendî li ser dihat ferzkirin. Ne tenê ew jî ev, fermanên ku li ser civaka Êzidî rabûne hemû jî bi taybetî li ser jinê wek ferz kirinek qirqirinê bûn. Piştî ku fikir û ramanên azad ê Rêber Apo ket nav civaka me û jinên Êzidî her wiha mîrateya salan a her sê xwişkên Mîrabel di me de zanebûn û hişyarbûnek ava kirin. Bi naskirina me ya bi fikrê Rêber Apo re cîhana me jinên Êzidî bi rêxistinbûn û tekoşînê fêr bûn. Em dikarin bibêjin ku jina Êzidî rabû ser xwe û niha dikare bi hêza xwe li hember her cure tundiyê bisekine. Ev jî bi saya fikrê Rêber Apo çêbû.”
Bi saya rêxistinbûna me pir keçên Êzidî xilas bûn’
Di berdewama axaftina xwe de Welat Cano bal kişand ser girîngiya xweparastinê û ev nixandin kir: “Di roja me ya îro de jinên Êzidî bi hêza parastina xwe ya YJŞ’ê civaka xwe û jinan dipareze. Ev jî ji bo me serbilindiyek herî mezin e. Ji ber ku her jin hat tepisandin, her jin hat kuştin û bê parastin ma. Lê bi saya xwîna şehîdan û têkoşîna jinên berxwedêr îro em parastina xwe dikin. Di fermanê de pir jinên Êzidî hatin revandin û hatin qetilkirin, hê jî gelek jinên Êzidî di destê dijmin de ne lê îro em bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe tola xwe radikin. Bi saya rêxistinbûna xwe pir keçên me yên Êzidî jî xilas bûn.”
‘Bila jin li dijî her cure tundiyê serî hildin’
Endama TAJÊ Welat Cano îşaret bi armanc û girîngiya pêngava ‘Xwe nekuje, her kuştinek fermanek e’ ku li dijî xwekuştinan hatiye destpêkirin kir. Welat Cano destnîşan kir ku di nav civakê de ji ber êrîşên şerê taybet xwekuştin û tundî pir zêde bûye û wiha pê de çû: “Ji bo ku em li hember van kiryaran bisekinin me pêngavek bi vî rengî da destpêkirin. Di heman demê de jî berpirsyartiyek pir mezin li ser milê dayîk û bavan heye. Lazim e li ser perwerdekirina zarokên xwe bisekinin. Dîsa zarokên xwe di temenê biçûk de nedin zewicandin. Ji ber ku dema di temenek biçûk de zewac çêdibin, gelek pirsgirêkên giran derdikevein hole. Pirsgirêkên civakî jî ji ber vê zêde dibin. Ji ber vê yekê ez li vir bang ji jinên Êzidî re dikim bila xwe nekujin, bila li dijî her cure tundiyê serî hildin û parastina xwe bikin. Xwe kuştin ne çareserî ye, çareserî xwe rêxistinkirin û xwe parastin e.”
Bandora medyaya dîjîtal
Di berdewama axaftina xwe de Welat Cano ragihand ku lazim e her beşên civakê medyaya dîjîtal bi balkarî bi kar bîne, ji ber ku ji hêla dijmin ve bi rêya medyaya dîjîtal şerê taybet li ser jin û mêran tê meşandin û wiha domand: “Bi aqlê mêr-dewlet êrîşek ne xuyayî li ser jinan tê meşandin. Ez dikarim bêjim ku civaka me jî ji vê pir bandor bûye. Di aliyê çanda civakî de jî tiştek nehiştine. Bi taybetî li ser civaka me ya Êzidî ev kiryar tên meşandin. Heya roja îro pergal nikaribû bi fermanan bi fîzîkî me tune bike lê bi fermana spî dixwazin çanda me û ola me ji holê rakin. Ev hemû bi şerê taybet tên kirin û dixwazin êzdatiyê ji holê rakin.”
Girîngiya perwerdeya malbatê
Welat Cano bal kişand ser girîngiya perwerdeya malbatê ya li ser zarokan û wiha got: “Bi qedexe û hwd. malbat nikarin zarokên xwe biparêzin. Pêwîst e ji aliyê malbatê ve perwerdeyek baş were dayîn ji bo zarokan. Di heman demê de bi temaşekirina rêzefilmên ku ji tirkî hatine wergerkirin, zarokên me xirab dibin. Ji ber ku di mêjiyê wan de rûdinê. Di wan rêzefîlman de xwe kuştin heye, ev jî bandorê li ciwanan dike. Dema ku nikaribin pirsgirêkên xwe çareser bikin, serî li rêbazên bi vî rengî didin.”
Bangawazî
Her wiha endama TAJÊ Welat Cano got ku berê, jin her tim aydê malê û xwedîkirina zarokan dihat dîtin, lê piştî naskirina fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe birêxistin û perwerde kirine û bi vê bangawaziyê axaftina xwe bi dawî kir: “Bangawaziya min ew e ku hemû jinên Êzidî rabin ser xwe, xwe perwerde û bi rêxistin bikin da ku bikaribin li dijî her cure tundiya li ser jin û civakê bisekinin. Û divê jinên Êzidî bizanibin ji her demê zêdetir xwedî hêz in.”