Jinên Sûriyeyê di bin siya tundiyê de dijîn
Jinên ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jiyaneke nisbeten ewle dijîn, gava ku lingê xwe datînin deverên di bin kontrola Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst de, bi gefa revandin û mirinê re rû bi rû dimînin.
SÊRÎN MIHEMED
Heleb – Rewşa ku li Suriyeyê xwe dide der, li her derê ne yek e. Ji bo her perçeyek wê, sîstemek cihêreng heye. Jin û jinên ciwan yên li Taxa Şêx Meqsûd di nav sîstemek sivîl a ji jin û pêkhateyan re rêzdar e dijîn. Lê belê dema ku derbasî heremên di bin serweriya çeteyên cîhadîst ên HTŞ'ê de dibin, rewş cuda dibe. Ji ber ku li van herêman ji windabûn an jî kuştinê bigre, her tişt pêkan dibe.
Ev bi salan e tudiya li dijî jinan, bi Rejîma Baasê re di nava lihevkirinek de ye. Piştî ku çetêyên cîhadîst yên HTŞ'ê serdest bûn, ev lihevkirin bi perdeyek olî hat nixumandin. Li Suriyeyê xîtabên ku li ser navê desthilatdariyê û komên cîhadîst hewl didin ku vê metirsiya tundiya ku li ser jinê pêk tê kêm bikin, lê civaka Suriyeyê guhertinên pir xeternak dijî.
Ajansa me li Taxa Şêx Meqsûd bi jinan re derbarê girîngiya tekoşîna li dijî tundiya ku jin lê rast tên de hevpeyvîn çêkir. Jin li ser rê û rêbazên ku jin pê bikaribe jiyanek li ser esasê edalet û wekheviyê ava bike, axivîn.
‘Tundî dê rabe’
Xalîde Ebdo ya ji şêniyên Taxa Şêx Meqsûd e, dibîne ku rojek tenê ne têra tekoşîna li dijî tundiya li dijî jinê nake. Xalîde diyar kir ji ber ku jinên cîhanê rojane ji hemû cureyên tundiyê ji aliyê derûnî, fîzîkî an jî civakî ve bêzar in, dikarin bi îrade û hêza xwe têbikoşin da ku beşdarî tevahî aliyên jiyanê bibin da ku dawiyê li tundiyê bînin. Xalîde destnîşan kir ku di pêvajoya heyî de rêjeya tundiya ku jina Surî lê rast tê, zêdetir bûye û wiha got: “Ji ber revandin, kuştin û destdirêjiyê, her wiha koçberkirina bi destê dagirkeriyê û cîhadîstên HTŞ'ê, zêde bûye. Mîna kdu li Peravê û bajarê Siweyda yê başûrê Sûriyeyê çêbû.”
‘Divê jin têbikoşin’
Xalîde Ebdo texmîn dike ku tundî wê biçe û dibêje ku ji bo vê yekê jî pêwîst e ku jin xwe bi hêz bike. Xalîde da zanîn ku bi riya beşdarbûna jinê û lîstina rola xwe ya di qada siyasî de, ev dê pêk bê û wiha pê de çû: “Ji bo ku mafên xwe bi dest bixe û azadiya xwe jî biparêze, divê jin rola xwe bilîze. Divê jin di hemû aliyan de hewl bidin ku rol û hêza xwe di hemû waran de nîşan bidin, rol û gotinek hebe da ku li dijî zagonên ku ji aliyê Hikûmeta Surî ya demkî ve hatine derxistin têbikoşin. Ji ber ku rola jinê paşguh dike, ger ku rola jinê ya bi hêz di Sûriyeya nû de nînbe, em vê yekê napejirînin.”
Xelekek ji rêza tundiyê ye’’
Îman Elo ya ku ji Taxa Şêx Meqsûd e jî, diyar kir ku bûyerên di sala dawî de li Sûriyeyê rûdan xelekek ji rêzetundiya li ser jinê ye û wiha berdewam kir: “Di 15 salên dawî de rola jinê pir bi sînor bû, çi ji aliyê çandî, civakî de çi jî di aliyê aborî de. Piştî rûxandina Rejîma Baasê, jinên ji bajarên cuda yên mîna Siwêda û Perava Suriyeyê, rastî girtin û destdirêjiyê hatin. Jin ne tenê di rola xwe de hat paşguhkirin, her wiha di hemû warên jiyana civakî de bû qurbanî.”
Ji tirsan dayîk keça xwe dibe dibistanê’’
Îman Elo tekez kir ku rolek mezin û sereke ya jinan di tekoşîna li dijî tundiya ku jin lê rast tê de heye û wiha pê de çû: “Divê bi jinê re be û wê destek bike. Jina Surî dikare û hêza wê heye. Her wiha derfet jî hene da ku biryaran bi xwe bigre û kongre û desteyan birêve bibe. Dema ku jin û jinên ciwan yên herdu Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derbasî herêmên di bin serweriya Hikûmeta Demkî de dibin, rastî revandinê tên. Her wiha tên kuştin jî. Keçên me yên li zanîngeh û dibistanan dixwînin û yên ku kar dikin û ji serê sibê de diçin ser karê xwe, bêriya ewlehî û aramiyê dikin. Dema ku îro jinek ciwan diçe dibistan an jî zanîngeha xwe, dayîka wê ji tirsa ku keça wê yan bê revandin yan jî girtin, wê dibe.”
Ger keştî ket bin avê, wê hemû gelên Suriyeyê bifetisin’
Îman Elo anî ziman ku divê dengê jinê bighê her deverek cîhanê û wiha got: “Gelên Sûriyeyê îro li ser yek keştiyê ne. Ger keştî ket bin avê, wê hemû gelên Suriyeyê bifetisin. Ti ferq û cudahî di navbera jin û mêr de tuneye. Divê ev were tekezkirin ku jin li ku bin, şop û afirîneriya xwe lê dihêlin. Ew tişta li mêr nikarin zêde bikin. Serkeftina civakî bi awayekî rasterast bi serkeftina jinê pêkan dibe.”
Tundî dozek bi kok e’’
Zelux Reşîd jî da xuyakirin ku tundiya ku li ser jinê tê kirin, ji dîrokek kevin ve ye û wiha vegot: “Yanî ji 5 hezar sal vir ve, dema ku civaka dayîksalar hat biçûkxistin û şûna wê ji civaka baviksalar re ma, tundî bû dozek bi kok. Divê ku em bikevin nav detayên wê, ji bo ku em bikaribin vê dozê çareser bikin. Ji ber ku salên dirêj yên tekoşîn û berxwdanê lazim dikin ji bo ku em bikaribin li dijî wê rawestin. Tundî ne tenê fîzîkî ye, her wiha di encama paşguhkirinê de derbas dibe da ku bibe tundiyek malbatî, civakî, tenduristî û siyasî. Dema ku jinê ji cihê biryarê dûr dixin.”
‘Divê em rêbazên perwerdehiyê biguherînin’
Zelux diyar kir ku malbat şaneya herî biçûk e ku her tişt jê dest pê dike û wiha got: “Dema ku malbat zarokan rast xwedî bike, li ser esasê wekhevî û edaletê emê nifşek demokrat ava bikin. Di nav perwerdekirin û fêrkirinê de divê em rêbazên perwerdehiyê biguherînin ku bibin navendên li ser rêgeza demokrasî û komînalîteyê. Ev dibe garantiya derçûna nifşek têgihîştî û aram a bi fikra ku ji jinê re rol hebe çawa ku ji mêr re heye. Di çarçoveya zagonan de pêwîst dike ku kedek hebe da ku qanûnên mafê jinê lewaz dikin, biguherîne. Ji ber ku nahêle jin bi rola xwe rabe û nêrînên xwe îfade bike. Madem ku îradeya jinan heye, emê bighên armancên xwe.”
Zelûx destnîşan kir ku pîvana pêşketina civakan li ser esasê rizgariya jinê ye û da zanîn ku ger jin ne azad be û ji tundiyê ne parastî be, wê civakek demokrat li holê nebe, her wiha wê civakek pêşketî nebe.