"Neynika Bê Reng" balê dikşîne ser serpêhatiya jinên Mexribî di nava kêşeyan de

Nivîskar û çalakvana mafên mirovan a Mexribî Leyla Emîly bi pirtûka "Neynika Bê Reng" serpêhatiyên jiyan û jinên Mexribê her wiha kêşeyên wan tîne ziman.

HENAN HERÊT

Mexrib- Çalakvana mafên mirovan Leyla Emîly, duh 23'ê Nîsanê di çarçoveya çalakiyên 30'emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûk û Weşanan a ku li bajarê Rebetê hatiye li darxistin û heta 27'ê mehê dê berdewam bike, yekem pirtûka xwe ya bi navê "Neynikek Bê Reng" îmze kir. Ev pirtûk lûtkeya rêwîtiyeke dirêj a têkoşînê û tevlêbûna rojane ya bi pirsgirêkên jinan ên li Mexribê re vedihewîne. Ew di heman demê de ezmûnek kesane û pîşeyî ya ku ji zaroktî û xortaniyê heya xebata civatî û mafên mirovan vedihewîne nîşan dide.

'Pirtûka 'Neynika Bê Reng' serpêhatiya jiyanê ya bi belgekirî ye'

Nivîskar û aktîvîst Leyla Emîly da diyar kirin ku ev xebat ne tenê pirtûkek e, ew serpêhatiyeke jiyanê ya bibelgekirî ye. Leyla Emîly wiha got: "Ev weşan encama xebata meydanî û hizirkirina bi salan e. Bi riya wan min hewl da ku ez xêzên mijarên ku min wek çalakvanek mafên mirovan û jineke Mexribî aciz dikin, bibînim. Pirtûk hewlek e ji bo pêşkêşkirina teşhîseke kûr e, ji ber ku axaftina li ser êşên jinan bêyî asoyek ji bo guhertinê ne temam e."

'Pirtûk li ser şeş rêgehan hatiye dabeşkirin'

Pirtûk di nav şeş mihverên sereke de hatiye dabeş kirin, ku nivîskar ji wan re dibêje"rêgeh" ev jî çarçoveyek binyatî ya beşên wê pêk tîne.

Rêgeha civakî mijarên hestiyar ên wekî zewaca bi temen biçûk, binçavkirin û kêşeyên ku jin û jinên ciwan di serdema karantînayê de rûbirû mane dike.

Di rêgeha siyasî de, nivîskar rastiya nûnertiya jinê pirs dike û radixe ber çavan ku ew çawa dikare were pêşxistin ku rastî û fikarên jinê nîşan bide, ne ku tenê bi fermî bimîne an bi kotayan ve were girêdan.

Di rêgeha aborî de jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî yên jinan û astengiyên binesaziyê yên ku azadiya wan a aborî asteng dikin.

Di rêgeha hawirdorê de, Leyla Emîly dadweriya hawirdorê bi dadweriya civakî ve girê dide û destnîşan kir ku jinên li herêmên gundewarî û çiyayî yên yekem in ku ji guherîna avhewayê û kêmbûna çavkaniyan bandor dibin.

Rêgeha çandî jî li ser hebûna jinan di qada çandê de disekine, rexne li nebûna navên jinan ên navdar di sembolîzma çandî ya welat de digire, di nav de navên kolanan û nîşangehan.

'Tevî tundî û paşverûtiyê jî pirtûk banga xweşbîniyê ye'

Leyla Emîly destnîşan kir ku her yek ji van mijaran ji tenê ravekirina rastiyê wêdetir, pirsên kûr derdixe holê û çareseriyên pratîkî pêşniyar dike. Leyla Emîly wiha axivî: "Bêyî pêşniyarên çareseriyê em nikarin behsa perspektîfên jinan bikin. Tevî tundî û paşverûtiyê jî pirtûk banga xweşbîniyê ye. Têkoşîna îro tenê bi qadan û meşan re sînordar namîne. Min biryar da ku ez bi nivîsandinê têkoşînê bidomînim. Ji ber ku ev yek ji bo gihandina dengê jinan, bi taybet ên li çiya û gundan hatine kêmkirin, amûreke bi bandor e. Em ne tenê qanûnan dixwazin; Em dixwazin jin bê zêdegavî û şert û merc bi tevahî mafên xwe bi dest bixin."

Merasîma îmzekirinê bû şahidê têkiliyek balkêş ji hêla mêvanan ve, ku derfetek ji bo nîqaşek vekirî li ser pirsgirêkên jinan û rastiya wan li Mexribê, di nav gelek pirsgirêkên aborî, civakî û çandî de peyda kir.