Heyeta DBP û DEM Partî yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne
Heyeta ku di nav de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM’ê jî hebûn derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Navenda Nûçeyan – Şandeya ku ji Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Salîhe Aydenîz, Gûlcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, ji deriyê sînor yê Semêlka yê Kurdistana Federe re derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.
DEM'ê daxuyaniyek da û got, "Kedkarên çapemeniyê yên hêja, heyeta me ya ji Hevseroka DBP'ê Keskîn Bayindir, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî Serhat Eren, Parlamenterên me Salîha Aydenîz, Gûlcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Heyeta me ya ku di Deriyê Sînor ê Peşxabûr (Sêmalkan) re derbasî herêmê bû, wê têkiliyên cuda çêbike û beşdarî Konferansa Neteweyî bibe."