Der heqê du rojnamegeran de îdianame: Ceza dan rojnamegerek
Îdianameya der heqê rojnamegerên girtî Mehmet Uçar û Bîlge Aksu de hat qebûlkirin. Hat xwestin ku rojnameger ji sûcên ‘endamtiya rêxistinê’ werin cezakirin.

Navenda Nûçeyan- Cezakirin û darizandina rojnamegeran ji ber xebatên pîşeyî didome.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê ku di 26’ê Mijdara 2024’an de hat destpêkirin de ji 8 rojnamegerên ku hatin binçavkirin Mehmet Uçar û Bîlge Aksu hatin girtin.
Îdianameya der heqê rojnamegeran de ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê ve hat qebûlkirin û biryara bêrayetiyê hat dayîn. Dosyayên her du rojnamegeran ji hev hatin cudakirin û ji dadgehên bajarên lê hatibûn binçavkirin re hatin şandin. Di îdianameyê de nûçeyên rojnamegeran çêkiribûn, parvekirinên wan ên li ser medyaya dîjîtal û pereyên ji saziyên tê de dixebitin girtine, weke sûc hatin nîşandan.
Îdianameya Bîlge Akarsu ji aliyê 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve, ya Uçar jî ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê ve hat qebûlkirin.
Peyva Kurdistan bû mijara sûc
Di îdianameya Uçar de nûçeyên peyva “Kurdistanê” tê de derbas dibin weke sûc hatin nîşandan, bikaranîna peyva “Gerîla” ya ji bo PKK’iyan weke “pesindayîn” hat şîrovekirin. Her wiha hat gotin ku der barê kesên pere ji hesaba bankayê yê Uçar re şandine şandine de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatine vekirin û pereyên ji derveyî welat bo hesabê Uçar hatine şandin jî weke sûc hat nîşandan. Ji ber ku tensîp nehatiye amadekirin, dîroka danişîna doza Uçar nehat diyarkirin.
Gotina ‘bi hezaran salan e em li ser vê axê dijîn’ di îdianameyê de cih girt
Di îdianameya rojnameger Bîlge Aksu de jî pereyê ji hesaba wê re hatiye şandin weke sûc hat nîşandan û parvekirina vîdeoya ku Gultan Kişanak tê de dibêje; “Bi hezaran salan e em li ser vê xakê dijîn, koka me di bin her kevir, zinar, di bin Cûdî, Gabar, Agirî, Munzur de ye. Em li vir in û ji dîrokê ve heta niha hene. Em ê her hebin” jî weke “delîla” sûc hat nîşandan. Danişîna ewil a Bîlge Aksu dê 3’yê Tîrmeha 2025’an were dîtin.
Ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji Mehmet Uçar û Bîlge Aksu re ceza hat xwestin.