Nexweşxaneyên tenduristiya derûnî li Îranê vediguherin cihên ku jin lê tên tunekirin

Li Îranê, nexweşxaneyên tenduristiya derûnî ne wekî cihên dermankirina jinan, lê wekî cihên bêdeng ên dûrxistin, kontrol û wêrankirina civakî dixebitin.

ŞÎLAN SAQEZÎ

Navenda Nûçeyan – Di nav avahiya otorîter a Îranê de, nexweşxaneyên aqil ji bo jinan û keçên ciwan, ne navendên dermankirinê ne, cihê windakirina bi awayê bêdeng û disîplînekirinê ne. Kesên ku li gorî rolên zayendî yên heyî tevnegarin-jinên bêmal, mexdûrên şîdetê, dayîkên bi tenê, zarokên keç ên ku serî natewînin an jî muxalif- bi awayekî bê parastin û bêdeng li ser navê tendirustiya zihnî, ji civakê tên vederkirin. Ev mekan, veguherîne cihên zextê yên pergala mêr-siyasî ya ku tehemula wan ji jinan re tune ye. Ev der bûne cihê kontrolkirina bedena jinan û veguherîne “teknolojiyeke mekanî ya zextê.”

Em li vê derê bi diyardeyek ku mirov dikare bi gotinen; “psîkiyatriya ku hatiye zayendîkirin” re rûbirû ne. Em di pergaleke wisa de ne ku xirabûna ruhî ya ne weke krîzek, weke amûrek ji bo tunekirinê te bikaranîn. Di vê mekanê de, çîn, zayend û zexta siyasî rastî hev tên û bedenên ku tenê sûcê wan “cudabûn e” tecrîd dikin. Analîzkirina vê pergalê ne tenê famkirima pergala dermankirinê ye; di heman demê de analîzeke aşkera ya mekanîzmayeke tevlîhev a tunekirinê ya civakî, siyasî û li ser bingeha zayendî ye.

Goristanên mirina bi saxî: Nexweşxaneyên aqil

Di pergala siyasî û civakî ya Îranê de her tiştê ku bi navê “dermankirina psîkiyatrî” tê pêşkêşkirin, di rastiyê de veguheriye tunekirina civakê. Jinên ku ji ber nexweşiya ruhî; xizanî, şîdeta di nava malbatê de, vederkirina ji nava civakê, yan jî berxwedana bêdeng şandine nexweşxaneyên aqil, nifşeke ku ji ciwanan û çînên jêr pêk tê, li pişt vî dîwarê bilind ji ber çavên dewlet û civakê winda dibin.

Ev rewş ne tenê krîza tenduristiyê ye divê weke teknolojiya desthilatdariyê were dîtin. Awayê siyaseta biyosiyaset a li cihê başkirin û rehabîlîtasyonê, li ser vederkirin û tecrîdê hatiye avakirin e.

 Polîtîkayên bê bandor, hilweşîna pergala refahê û demxebûnên çandî yên li ser nexweşiyên ruhî jiyana gelek mirovan ji civakê ber bi nexweşxaneyên aqil ve dibin û di dawiyê de jî dikeve xizmeta projeyeke ku hatiye jibîrkirin.

Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku nexweşxaneyên aqil, “goristanên kesên sax in.” Cihê kesên “vederkirî” ku êdî pergala civakî û siyasî tehemulî wan nake. Jinên ku mexdûrên şîdet û zextê ne, ciwanên ku normên tepisandinê red dikin û bedenên ku hem ne li gorî zayendpererstî û çînî tevnegeriyane, li van deran di bin navê “dermankirinê” de ji aliyê siyasî û ruhî ve tên bêbandorkirin. Ev rewş, felaketeke bêdeng nîşan dide: Bêyî ku xwîn were rijandin, bêyî darizandin, bêyî qîrîn awayê qirkirina modern; tenê bi dîwarên bilind û bêdengiyek giran.

Tunekirina bi bêdengî

Li Îranê nexweşxaneyên aqil, bi taybetî ji bo jinan û keçên ciwan tenê saziyên tenduristiyê nînin, di heman demê de ji bo kontrolkirin û dîsîplînkirina “bedenên ku aciz dikin” saziyên siyasî û civakî ne. Jinan gelek caran ji ber êşên ku jirêderketinên civakî zayendî yan jî siyasî, bi helwest, bi gotin û bi awayê giştî çêbûne, bi etîketa nexweşiyên ruhî dişînin van navendan û gelek caran êdî qet ji wan navendan venagerin.

Pergala patriyarkal a olî-siyasî ya Îranê demek dirêj e, bedena jinan weke pirsgirêkek dibîne; li kolanê, ji kontrola lixwekirin û tevgerê, heta kontrolkirina helwest û ruh. Jinên ku li gorî van norman tevnagerin an jî napejirînin (jinên qaçax, mexdûrên şîdeta zayendî, dayîkên ezeb û keçên ciwan ên serî natewînin) li cihê destekê gelek caran dişînin nexweşxaneyên aqil. Nexweşxaneyên aqil, bûne cihê paqijkirina qada giştî ji bedena jinên ku “nayên xwestin.”

Ji aliyê siyasî û psîkiyatrî ve teşhîs an jî amûra zextê ye?

Teşhîsa nexweşiya ruhî bi taybetî di rejîmên otorîter de her dem xwedî wateyek bûye. Kesê/a ku cuda difikre, dinîvîse an jî hereket dike li cihê ku were famkirin, vediguhere “bûyerek ku divê were dermankirin.” Ev yek di rejîmên totalîter de awayekî “psîkiyatriya siyasî” ye. Jin û keçên ciwan ên li Îranê xweş nayên dîtin, redkar in an jî tên vederkirin; bi etîketên weke paranoya, xirabûna ruhî yan jî pirsgirêkên tevgerê ji civakê tên dûrxistin.

Xizan zêdetir di nexweşxaneyên aqil de tên girtin

Li Îranê gihîştina xizmetên bi qelîte, taybet, psîkiyatrî û însanî, bûye metayeke luks. Jinên ji çîna navîn û çîna jor dikarin biçin terapiyê lê yên çîna jêrîn, kesên ji herêmên xizan, yên li taxên kenar dijîn û yên bêmal, bi giştî di nexweşxaneyên aqil de tên girtin. Ji ber vê yekê, psîkiyatriya giştî, ji dermankirina krîzên ruhî zêdetir, veguheriye “birêvebirina xizanî û jirêderketinê.”

Zêdetirî nexweşxaneyên aqil li derveyî bajaran hatine avakirin. Xuya nakin, ji medyayê dûr in û civak naghîje wan. Jinên ku dişînin van deran, ji hemû têkiliyên civakî, malbatî, hiqûqî û siyasî vediqetin. Mirov dikare bêje ku “tune dibin.” Ne dengê wan heye, ne jî nûnerên wan û saziyeke ku wan biparêze.

Di asta hiqûqî û siyasî de cihê ku tu maf lê tuneye

Jinên ku li nexweşxaneyên aqil hatine razandin, hema bibêje ji hemû mefên xwe yên mirovî bêpar in. Diyar nîn e dê çiqas bimînin, mafê wan ê îtirazê tuneye, mekanîzmaya serbestberdanê zelal nîn e. Tevî ku ne sûcdar ne jî bersûc in, bêyî tu kontrola serbixwe, medya yan jî hesebdayînê hebe bi awayê bêdawî di cihên girtî de tên girtin.

Zexta saziyî û tunebûna dermankirinê

Li van navendan “dermankirina” psîkiyatrî zêdetir bi derman, ceza û tecrîdê ye; ne bi axaftin, xwedîkirin û bihêzkirinê ye. Jinên ku ji ber birînên civakî dikevin krîzan, li cihê werin başkirin, bi dermanan tên aşkirin û dikevin rewşeke bê bandor. Bi vî awayî bi temamî ji civakê tên vederkirin.

Ji ber vê yekê nexweşxaneyên aqil li Komara Îslamê yê Îranê, ne bersiveke ji bo krîzên ruhî, perçeyek ji krîzê bi xwe ne. Di bin rûpoşa “dermankirinê” de kesên ji çîna jêr, jin û yên xizan, tên vederkirin, dikevin bin zextê û ji derveyî siyasetê tên hiştin. Her çend li ser deriyên wan tenduristiya ruh nivîsandîbe jî; di nava wan de her dem şîdeteke bêdeng heye. Ev der bûne cihê mirovên ku desthilatdar wan weke kesên ku heq nakin di nava civakê de bimînin pênase dike. Ev şîdeta bêdeng, yek ji çalakiyên siyasî yên rejîmê ye.

Nexweşxaneyên aqil ji bo gelek jinên xizan, ne cihên dermankirinê ne. Ji bo ku wan di warê siyasî û civakî de tune bikin bûne amûr.

Ji ber tunebûna xizmetên adil û serdestiya feraseta ku kontrol dike; tenduristiya ruhî bûye yek ji amûrên bêdengkirina jinan. Riya vegera edalet û dermankirina rast; mijara psîkiyatrî ji destê siyasetê were derxistin.