‘Li cihê ku desthilatdariya mêr hebe tundî lê heye’

Parêzer Razaw Gulî Mehmûd got ku tunebûna welatek demokratîk, sedema tunebûna zagonên ku mafên jina diparêze ye diyar kir ku bi guherîna Zagona Rewşe Kesane, derxistina zagona Rewşa Kesane ya Caferî, tundiya li dijî jinan zêdetir bûye.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Tundî diyardeyek dûrî mirovahiyê ye. Îro tê dîtin ku tundî bi awayên cuda û sîstematîk li dijî jin, civak û xwezayê tê bikaranîn. Di heman demê de çanda tundiyê berhema desthilatdariyê ye. Li her cihê ku desthilatdariya mêr lê hebe, tundî jî bi awayekî xwezayî lê heye. Tundî bi gelek awayan xwe dide der. Weke tundiya fîzîkî, derûnî, siyasî, aborî, fikrî û dijîtal û bi hezaran cureyên din.

Hemû cureyên tundiyê xizmeta desthilatdariyê dikin. Ji ber wê bûyerên tundiyê tenê bi kuştina xwişkên Mîrabel destpê nekiriye. Ew sê perperîk bûn sembola berxwedan û havênê bingehê roja têkoşîna bi şîdetê re. Ji destpêka pergala mêrsalar ve heta îro, rojek tenê jî jinan bê tundî derbas nekir. Bêyî guh bidin ked, temen û ziman, li hemû cîhanê jin tên kuştin û qirkirin. Mêr ji xwe re kuştin û dagirkeriya jinan weke mafê rewa dibînin. Çanda mêrsalarî encama hemû jenosîdên li dijî jinan e. Îro li hemû cîhanê êrîşê jinan dikin, heta asta kuştin û komkujiyan diçe. Pergala dewletê pergalek zayenperest e, ji bo rûbirûbûna vê feraset û desthilatdariya li cîhanê heyî divê jin xwe bi rêxistin bikin û hev re li dijî hemû jenosîdên li ser jinan bisekinin.

‘Zagon tundiyê li dijî jinan bi kar tîne’

Parêzer û endama Rêveberiya Tora 8’ê Adarê Razaw Gulî Mehmûd têkildarî tundiya ji aliyê zagonan ve li ser jinan tê kirin wiha got: “Van mijran têkiliya wan bi zagon û rêxistinên civakê re heye. Her civaka ku ber bi demokrasiyê ve gav diavêje divê di nav de zagon serwer be. Rêxistina zagonan di çarçoveya mafên kes de, erka sereke ya dewletek demokratîk e. Zagona Rewşa Kesane ku vegerandine zagona 2025’an a Zagona Rewşa Kesî ya Cehferî, mînaka wê ye ku di civakek ne demokratîk de li dijî kesan tundî tê encamdan. Li vê derê bi riya sererastkirina hiqûqî tundî tê kirin. Di encamê de li cihê avakirina aştî û ewlehiya civakê, pirsgirêkên civakî û tundî çêdibin û zagon rê li ber zext û qedexeyên der barê jin û zarokan de vedike.”

‘Dadgeh rê ji bo silha eşîrê vedikin’

Razaw Gulî têkildarî xebatên 16 rojî yên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan da zanîn ku parvekirina daneyên tundiya li hemberî jinan ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye qedexekirin û wiha got: “Yek ji biryara hikumeta herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar girtiye rêgirîkirina eşkerekirina tundiyê û kuştina jinan e. Niha jî rêgirî tê kirin. Lê belê beşek ji ragihandin û çalakvanên jin bi riya lêkolînan daneyên kuştina jinan eşkere dikin. Tundî ji berê ve heye û wê bimîne. Gelek cureyên tundiyê hene, weke tundiya siyasî, zagonî, civakî û gelek cureyên din ên tundiyê. Gelek caran dozên tundiyê li dijî jinan li dadgehan in. Gelek caran mijar li dadgehê bi encam nabin, neçarî silha eşîrî dikin. Gelek caran pirsgirêkên jinan li dadgehan nayên çareserkirin. Malbat bi riya silha eşîrê çareser dikin. Lê belê di vir de tundî li hemberî jinan dîsa tê bikaranîn. Heta dadgeh bi riya zagonî dozên jinan çareser nekin, jin dê rastî tundiyê bên. Divê jin ji bo başkirina vê rewşê hewl bidin.”

‘Pêwistî bi hişyariya civakî heye’

Rezaw Gulî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo kêmkirina tundiyê pêwşstî bi hişyariya civakê û kes heye. Jinên Kurd ji dîrokê ve rastî tundiyê hatine. Ew tundî ku heta niha li ser kes û civakê tê meşandin. Lê belê em destûr nadin ev tundî wisa bidome. Ji aliyê jinan ve ji bo lawazkirina tundiyê xebat tên meşandin. Lê belê niha di têkoşîna li dijî tundiyê de gav şûnve tên kişandin. Berê ger tundî di civakê de li hemberî zarok an jinek bihata kirin civakê rê nedida. Lê belê niha tundî her diçe zêde dibe. Weke din jî pirzewacî zêde bûye. Bi armanca ku di pêşerojê de jin û zarok li herêmeke bi aram dûrî feraseta mêrsalar bijîn, em ê bibin ji bo jiyana bi aram û nifşên pêşerojê têoşîna xwe bidomînin.”