Newaya Jin bi manşeta ‘Tolhildana me wê şoreşa jinê be’ derket

Hejmara 222’an a rojnameya jinan Newaya Jin bi manşeta ‘Tolhildana me wê şoreşa jinê be’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara Kanûnê ya rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin derket. Di salvegera 1’emîn a şehadeta Evîn Goyî de ku li Parîsê hat qetilkirin, bi manşeta “Tolhildana me wê şoreşa jinê be” derket.

Di hejmara dawî ya salê de; ji aliyê tevgera azadiya jinê ve sala 2023’yan, li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn û Kurdistan, analîza çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û helwesta Konseya Ewropayê, encamên sirgun û koçê ya Komkujiya Mereşê û mijarên bi vî rengî cih digrin.

23’yê Kanûna 2022’yan li paytexta Fransa Parîsê bi Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil re yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara) hat qetilkirin. Ji bo bîranîna Evîn Goyî yek ji nivîskarên rojnameyê Haskar Kirmizigul nivîsek bi sernava ‘Me sond xwariye’ nivîsand.

Ruşen Samsat li Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku bi şerê Îsraîl-Fîlîstînê re careke din ket rojevê û krîza hegemonyaya cîhanî nirxand. Hêja Zerya jî geşedanên der barê azadiya jinan a sala 2023’yan, nirxand û got: “Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê û Komara Tirkiyeyê de, sîstema qirkirinê ya Îmraliyê belavî hemû Kurdistanê bû û stratejiya temamkirina qirkirina Kurdan hat kûrkirin.” Yek ji nivîskarên rojnameyê Havîn Guneşer têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta Konseya Ewropayê ya li hemberî tecrîdê, nivîseke rexnekirinê nivîsand.

Di rojnameyê de nirxandineke Abdullah Ocalan a 27’ê Mijdara 1997’an, hat weşandin

Nivîseke Nazan Ustundag a der barê çalakî û merasîmên 25’ê Mijdarê jî hat weşandin. Di hejmara nû ya rojnameyê de Komkujiya Mereşê jî nehate jibîrkirin. Necîbe Qeredaxî ku di hejmarên berê yên rojnameyê de qala civîna jinan a li Kenyayê kiribû, di vê hejmara rojnameyê de hevpeyvîna xwe ya bi yek damezrênerên gundê Umojayê Rebecca Lolosolî re ragihand.

Rûpelên Kurdî yên rojnameyê jî bi gotar, rojname û analîzan qala geşedanên her çar parçeyên Kurdistanê dike.

Di rûpelên Kurdî yên rojnameyê de gotar, roportaj û analîzan cih girtin.

Roza Metîna bal kişand ser panoramaya sala 2023'yan a tevgera azadiya jinan a Bakurê Kurdistanê. Rozayê da zanîn ku tevî zext û astengiyan jinên Kurd îsrara xwe ya di warê azadiyê de derxistine pêş.