Gulîstan Al bi strana ku çêkiriye bang li raya giştî kir

Gulîstan Al a ku beşdarî greva birçîbûnê ya dorveger a “Ji Abdullah Ocalan azadî ji pirsgirêka re Kurd çareseriya siyasî” hatibû destpêkirin, bi strana ku çêkiribû bang li raya giştî kir.

Navenda Nûçeyan - Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger ku ji aliyê girtiyên siyasî ve di 27'ê Mijdarê de bi daxwaza "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka  Kurd re çareseriya siyasî " li girtîgehan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 5'an de berdewam dike. Di greva birçîbûnê de ku ji 104 girtîgehan gelek girtî bi awayekî din dest pê dikin, girtî bi rêya malbat û parêzerên xwe peyamên xwe radigihînin.

Ji Gulistan Al Stran

Piştî strana Saadet Akin a di greva birçîbûnê de ye û ji aliyê gel ve ji bo piştgiriyê bide berxwedanê, Gulîstan Al a ku cezayê muebetê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayserî Bûnyanê ye jî stranek çêkir. Gulîstan Al bi strana ku bi telefonê bi malbata xwe re çêkir, banga piştgirîya raya giştî kir.