Namzedên jin yên Iraqî zehmetiyên ku dikşînin nîqaş kirin

Di foruma li peytexta Iraqê Bexdayê hat lidarxistin de, li ser zoriyên ku namzedên jin dikşînin nîqaş hatin kirin. Jinên namzed bi riya bernameyên hibijartinê hewl didin destekê ji jinên Iraqê bigrin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Di 27’ê Îlonê de li salona navenda polîtîkayên civakî ya Bexdayê ji aliyê Projeya Taa ya di civakê de bihêzkirina rola jinan, bi sernavê ‘Jinên namzed; di navbera derfetên destek û zoriyên rastiyan de ne’ forumek hat lidarxistin. Forum ji aliyê Rêvebera Projeyê Şehd-er Rubeyî ve hat birêvebirin. Di forumê de komek jinên namzed, nûnerên saziyên civaka sivîl û ji komîsyona hilbijartinê, Nebras Ebu Sûde amade bûn.

Di forumê de mijarên weke; di navenda biryaradanê de nûnertiya kêm a jinan, valahiya di zagonên hiqûqa hilbijartinê de, kêmaniya çavkaniyên ku çalakiyên kampanyayan sînordar dikin, bêbaweriye li hemberî têrkeriya jinan, astengiyên çandî, civakî, tundiya dijîtal û kampanyayên reşkirinê hatin destgirtin.

Namzedên jin ên beşdarî hilbijrtina parlamentoyê ya li pêş bibin, bi riya bernameyên hilbijartinê, bal kişandin ser girîngiya bihêzkirina statuya jinên Iraqê ya siyasî, civakî û aborî. Namzedan di heman demê de îfade kirin ku hewl didin şaşiyên ku demên berê kirine dubare nekin.

Di nava parlamentoyê de rola jinan a pêşengiyê

Hîndekara zanîngeha Bexdayê û namzeda Bloka Sadikun, Esra Nezim Abdulhuceymî diyar kir ku namzediya wê, çavkaniya xwe ji hestên kûr ên berpirsyariyê digre û hedef dike ku standartên jiyanê yên gelê Iraqê û bi taybetî jin û ciwanan bi hêz bike. Her wiha da zanîn ku pêşeroja Iraqê, bi avakirina nifşê ciwan ê hişyar û hebûna jinên bi hêz ku vê nifşî mezin bike ve girêdayî ye.

Esra Nezim destnîşan kir ku bi bernameyên hilbijartinê hedef dike, pirsgirêkên bingehîn weke kêmbûna avê, çolbûn û xizmetên bingehîn çareser bikin, armanc dikin zagonên ku malbatên şehîdan destek dikin û bihêzkirina aboriyê ku jiyana bi rûmet ji bo wan pêk were derbixin û got: “Di projeyên der barê ciwanan de, em plan dikin qadên çandinî û senayiyê bi pêş bixin, bêkariyê kêm bikin û bi taybetî ciwanên ku ji van qadan mezûn bûne beşdarî hilberandinê bikin.”

‘Divê nûnertiya jinan zêde be’

Esra Nezim têkildarî rola jinan di siyasetê de wiha got: “Kotaya ji sedî 25 a ji bo jinan hatiye diyarkirin, kêm e divê jin di parlamentoyê de bibin xwedî rola pêşeng. Divê jin di parlamentoyê de erkên weke serokatî yan jî serokatiya komîsyonek girîng bigrin. Divê berjewendinyên Iraqê li ser hemû tiştî were girtin, mudexeleyên derve asteng bikin, serweriya tam pêk bînin.”

‘Divê jin ne temamker aktîf bin’

Namzeda Tifaqa Hêza Neteweyî ya Dewletê, hîndekara zanistên siyasî ya zanîngeha Bexdayê Ayat Muaffar Nurî anî ziman ku bernameya hilbijartinê hemû beşên civakê digre nava xwe, edalet, derfetên kar û alîkariyên civakî lêkolîn kiriye û got: “Em ê deng nedin tu namzedên ku gendeliyê kirine, tenê em ê kesên paqij û rast destek bikin. Divê mekanîzmayên ku derfet dide parlamenterên gel, werin bihzêkirin.”

Ayat Muaffar Nurî da zanîn ku di bernameyê de desteka ji bo malbatên şehîdan, astengkirina welat a birina ber bi şerek nû ve, destekdayîna werzîşvanan, bihêzkirina zagonên perwerde û tenduristiyê heye. Ayat Muaffar Nurî gendeliyên veberhênana avahiya wek ‘qutiya reş’ bi nav kir îfade kir ku di vê qadê de gendeliyên mezin hene.    

Ayat Muaffar Nurî têkildarî mijara mafên jinan, bal kişand ser girîngiya cihgirtina jinan di rêveberiyê de û got: “Rêjeya nûnertiya jinan a di parlamentoyê de ji sedî 25 derbas kiriye lê belê zêdebûna siyasî ji pirsgirêkên jinan re nebûye çareserî. Di parlamentoyê de meclîsên jinan kirine mijara bazarê divê ev rewş were guhertin.”

Desteka ji bo zarok û astengdaran

Seroka saziya ‘Em alîkarî bikin’, qasidê zarokan û hîndekara fakulteya dermansaziyê Zeyne el-Kurra Gulî, îfade kir ku weke namzeda tifaqa hikumetê, bernameya hilbijartinê ji 2013’an ve didomînin û wek berdewamiya xebatên mirovî ye û got: “Destpêkê divê desteka ji bo dayîkên zarokên astengdar were pêkanîn û zagonên ku mafên wan diparêzin werin derxistin. Di heman demê de em bernameyên perwerdeya taybet pêşkêşî ciwanan dikin û ji bo dîtina kar asan bikin, bi taybetî em hedef dikin ku derfetên kar ji bo xwendekarkên keç zêde bikin.”

Zeyne el-Kurra Gulî destnîşan kir ku Wezareta Perwerdeyê entegrasyona zarokên astengdar ji bo dibistanê qebûl kiriye lê belê mamosteyan perwerdeya têrker negirtine û ev jî ziyanê dide zarokan û got: “Ji ber vê divê perwerdeyek li gorî mamoste û personelên tenduristiyê were dayîn. Min cihekî ku dengê min lê winda nebe hilbijart. Di parlamentoyê de ez ê bibim dengê jin, zarok, astengdar û malbatên Iraqê.”