Di êrişên Îsraîlê de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan

Çavkaniyên tibî diyar kirin ku, di encama êrîşa hêzên Îsraîlê li dijî avahiya malbatekê li herêma En-Nusirat ya li beşa navend a Xezaye, jin û zarok jî di nav de 30 kes mirine.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha didome. Divê pêvajoyê de DYE desteka siyasî û leşkerî da, bêdengiya civaka navnetewî, weke nîşaneya xiyaneta wek wê nehatî dîtin li dijî gelê Filistînê hate nirxandin.

Çavkaniyên nexweşxaneyên li Xezayê ji ajansa nûçeyan ya Filistînê ‘WAFA’ re axivîn, ragihandin ku di êrîşa hêzên Îsraîl ya îro li dijî herêmên cûda de 30 kesan jiyana xwe ji dest dane û 136 kes jî birîndar bûne. 

Di heman demê de li dijî sivîlên li xalên belavkirina alîkariyan, hatin hedefgirtin, li dijî kampên di beşên navenda Xeza de rêze êrîş pêkanîn.

Heman çavkaniyê da zanîn ku 20 nexweşxaneyên ku ji ber şertên xirab bûne ku li bakurê Xezayê bi neçarî xebatên xwe sekinandine. Nexweşxaneyên maye jî rastî xeteriya girtinê ne, di serî de nexweşxaneya Şifa Kompleks û nexweşxaneya Dostê nexweşan heye.

Rayedarên tenduristiya Xezayê ragihandin ku bangên ji bo tehliyekirina birîndaran ji navenda bajarê Xeza di bersîvdayînê de kêm mane, di mijara çarenûsa sivîlên li herêmê dibin êrîşan de, fikarên cidî dijîn, ev agahî ji aliyê ajansa Reutersê ve hatiye parvekirin.

Xwepêşandanên li dijî êrîşan

Li giştî cîhanê li gelek bajaran, şerê li dijî Xeza didome, hate protestokirin. Bi hezaran xwepêşander ji hikumetên xwe, li dijî Îsraîl  daxwaza kirin ku tedbîrên siyasî û aborî bigrin. Bang kirin ku Îsraîlê boykot bikin û destek bidin berxwedana gelê Filistînê.

Li paytexa Elmanya Berlînê bi dirûşma ‘Hemû çav li Xeza ye’ zêdeyî 50 hezar kes beşdarî meşek mezin bûn. Li bajarê Cape Town a li başûrê Efrîqayê, zêdeyî 3 hezar xwepêşander daketin qadan. Li Cenevre bi hezaran kes li qada Place Neuve hatin ba hev, bi satean meşiyan û xwestin komkujî bên sekinandin. Li Stocholmê, bi banga saziyên civaka sivîl li qada Ondenplan kombûn, bang kirin ku divê tavilê êrîş bên sekinandin û korîdarên mirovî werin vekirin.

Li paytexta Tûnisê, gel bi bangên komeleyên xwecihî li ber şanoya şaredariyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî oragnîzatoran, ev çalakiya 102’yemîn e ji destpêkirina êrîşê Îsraîlê heta niha li dardixin.