Li Sistan û Belucistanê dibistan zarokên Beluc qeyd nakin
Li gorî rapora ku aktivîstên Beluc û ajansa nûçeyan û Beluc weşandî, dibistanên Sistan û Belucistanê, zarokên Beluc ên bê belge qeyd nakin. Ev rewş di mijara mafê perwerdeya zarokên wan de, gelek malbatan dixe tengasiyê.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora ku aktivîstên Beluc û ajansa nûçeyan û Beluc weşandî, dibistanên Sistan û Belucistanê, zarokên Beluc ên bê belge qeyd nakin. Roja Şemiyê 27’ê Îlona 2025’an midurê dibistana Serxwebûnê ya Zahedan, ragihand ku ew ê destûr nedin xwendevanên bê belge perwerdê bidomînin. Ev biryar encama wê yekê ye ku zarokên ku nêzî sê salan li heman dibistanê perwerde dîtine ji rêzên polê derbixin û biavêjin derveye.
Malbat wiha dibêjin:
“Çi sûcê zarokan heye? Sê salan xwendin, niha ji ber nasnameyên wan nîne, ma divê ji perwerdeyê bê par bimîne.”
‘Keça min ji ber nasname nîne nayê qeydkirin’
Malbatekê wiha got: “Keça min dê îsal biçûya pola sêyan, lê ji ber nasnameya wê nîne nehate qeydkirin. Em belgeyên xwe ku nasnameya me û nasnmeya zarokên me îsbat dike pêşêkêş dikin, lê belê rayedar ti kar û baran nakin. Ev ne tenê pirsgirêka mine, pirsgirêka gelek malbatên Baluc e. Nêzî 15 salane dosyaya meya îsbatê heye, lê belê tu bersiv nehatiye dayîn. Bavê min li pey vê dosyayê bû, lê wefat kir. Kur mamê bavê min ji mir, lê belê daîre nifusê hê dibêje ti xeber nîne. Di her serlêdana mede, li gel dosyaya me, me diavêjin ji derve.”
‘Encex çapemenî dikare dengê me bigihîne rayedaran’
Heman malbatê wiha got: “Em dikarin îsbat bikin ku em Beluc û Îranî ne. Ger testa DNA bixwazin em ê bikin, belegeyên nasnameya bapîrên me hene. Lê belê rayedar tiştekê nakin. Niha zaroka min naçe dibistanê, ji mafê perwerdê bê par dimîne. Tu hêza me ya ku em xwe bigihînin hinek kesan nîne, enceq çapemenî dikare dengê me bigihîne rayedaran.”
Ev bê par hêlana ji perwerdê, madeya 30’an a Destûra Bingehîn a Îranê û erkê navnetewî ya di çarçoveya peymana mafê zarokan a Îranê binpê dike. Ev peyman, mafê hemû zarokan yê perwerdê di parêze.
Li gorî pisporan, bê par hiştina zarokên Beluc ji perwerdê, mînaka eşkere ya cûdahiya sîstematîk û binpêkirina mafê bingehîn ên zarokan e. Hiqûqa navxweyî û hiqûqa navnetewî, tevî ku mafê perwerdeyê yê hemû zarokan garantî kiriye, di pratîkê de, zarokên Beluc, ji ber pirsgirêkên îdarî û bê eleqederbûna rayedaran ji mafê herî bingehîn ê mirovî bê par dimînin.
Encamên cidî yên vê rewşê hene, ji perwerdê bê par hiştin, zivrîneka xizanî û newekheviyê giran dike. Nebûna xwegihandina perwerdeya fermî, derfetê beşdariya van zarokan a aborî û civakê sînordar dike. Ev cûrê cûdakariyê jî di civaka Beluc de hestê bê edaletî û dûrxistinê kûr dike.