Nagihan Erbek ji bo nemire, neçar ma ku bikuje

Nagihan Erbek a li Hatayê dijî, Alper Erbek ê li hemberî wê tundiyê pêk dianî û hewil da Nagihanê qetil bike, kuşt.

Navenda Nûçeyan -  Ji navçeya Dortyol a Hatayê agahiyek parastina rawa hat. Mêrê bi navê Alper Erbek hewl da Nagihan Erbek a pê re zewicî bû qetil bike. Nagihan Alper a mafê xwe ya parastina rawa bikar anî neçar ma ku Alper Erbekê bikuje.

Ekîbên tenduristiy3e yên hatin cihê bûyerê cenazeya Alper Erbek ji bo otopsiyê birin Saziya Tip a Edlî, Nagihan Erbek a li ser laşê wê şopên lêdanê hebû hat dermankirin û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Hat payîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.