3’emîn konferansa YPJ’ê hat lidarxistin
Bi dirûşma “Hêza misogeriya azadiya jinê, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê ye” 3’emîn konferansa YPJ’ê hat lidarxistin.
Hesekê - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di yekemîn konferansa 4’ê Nîsana 2013’an de hat raghandin û sala 2020 ‘an konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Bi dirûşma “Hêza misogeriya azadiya jinê, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê ye” konferansa xwe ya 3 yemîn li Navenda Çandê ya YPJ’ê lidarxist. Fermandarên YPJ’ê, endamên fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokratî (QSD) ê Newroz Ehmed, Sozdar Dêrik, nûnerên desteya jinan a Rêvberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, Kongra Star, Hêzên Parastina Civakî –Jin, Dayikên Şehîdan û nûnerên hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî di navê de bi giştî 400 delege beşdarî konferansê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed nirxandinên giring kir.
“Rêxistinkirina jinan xeteriya li ser dewletên desthilatdar e”
Fermandar Newroz Ehmed diyar kir ku bingeha serketinê xweparstin e û wiha domand: “Bi saya ked û fedekariya şehîdan em vê konferansê li dar dixin. Bi vê wesîlê em hemû şehîdan bibîr tînin. Di êrîşên ku li herêmên me pêk tên de despêkê jin tên hedefgirtin. Ji ber ku jin bingeha jiyanê ye, di şexsê jinan de dixwazin civakê tune bikin. Şoreşa Rojava bû bingehek ji bo gavên gelek girîng ên xwe rêxistinkirin yek ji deskeftiyî û gevên herî pîroz e. Sîstemên desthildar rêxstinbûyîna jinan tune bûna xwe dibîne lewma jinan dike hedef û bi hemû cureyan êrîş dike.”
Newroz Ehmed wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî pêvajoya heyî pêwiste em xwe nû bikin û pêşbixin. Em hêza parastina tevahî jinan in û li gorî wê xwe avakirin û nûkirin pêwiste. Erk û berpirsyariya me li hemberî êrîşên qirkirina jinan bi zanebûna xweparastinê û pêşxistina şerê gelê şoreşgerî girîng e. Dema gel û şervan li kêleka hev bisekinin dê serkeftin misoger be. Pêwiste em asta zanistî pêşbixin û hêza xwe ya parastinê berfireh û xurt bikin. Armanca me ya sereke rizgarkirina herêmên dagirkirî ye. Di qadên ku jin rastî êrîş û qetilkirinê tê de êdî êrîşên ser jinan bi dawî bibe. Ax civak, nasname, jiyan û hebûn e. Ji ber wê jî ger xaka me were dagrikerin dê jiyan me bê wate be. Mîrasek me yê xurt heye. Em jê hêz û moralê digrin. Bi vê yekê em ê rê li ber astengiyan bigrin û serkeftinê misoger bikin.”
“Em bi hêza YPJ’ê hene “
Paşê jî Endama Koordînasyona kongra Star Lîlav Hisên lidarxistina Konfernsa 3’emîn li tevahî jinan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em di pêvajoyek hesas re derbas dibin. Pilanên qirêj li ser gelan tê meşandin dixwazin nirxê şoreşê têk bibin. Di roja me ya îro de jin tê hedfgirtin ji ber ku Rêber Ocalan şoreşê bi pêşengî û azadiya jinê pênas kiriye. Em bi hêza YPJ’ê hene û bi berxwedana wan temam dibin. Bi hevgirtina jinan emê dilê dayikên dilşewat hênik bikin û azadiyê bidest bixin.”
Dayika Şehîd Jînda Hemdiya Kûtê da zanîn ku Fikir û felsefeya Ocalan riya azadiyê nîşan da û wiha got:” hêza me ji vê şoreşê girt bi ked û felsefeya Ocaln e, Rêbertî şensek da jinan ku îro xwe bi rêxistin bikin û ji pencên koletiyê rizgar bikin. Em xwedî bawerî û felsefene emê ji bo azafiya Rêberê xwe asta têkoşînê bilind bikin.”
Bi navê Hêza parastina Civakî – Jin Zeyneb Efrîn balikşand li ser rola YPJ’ê ji xelaskirina cihanê ji terorê û wiha anî ziman:” Çeteyên DAIŞ’ê xeteriyek mezin li ser tevahî cihanê bû, Hêza YPJ’ê bi berxwedan û hêza xwe terorê bi dawî kir, cihan tevahî ji terorê xelas kir.armanca me paratina gel e, azadiya fîzikî ya Rêber Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.”
Konferans dê sibe bi daxuyaniyê bi dawî bibe.