Taksîm dibin dorpêça polîsan de ne: Bi dehan binçavkirin

Taksîm ji ber pîrozbahiya 1’ê Gulanê di bin dorpêça polîsan de ne. Bi dehan kesên ku xwestin 1'ê Gulanê pîroz bikin û karkerên di 1'ê Gulana 1977'an de hatin qetilkirin bibîr bînin, rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin.

Stenbol - Bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Ked û Piştevaniyê ya Stenbolê ji duh bi şev û vir ve hemû rêyên ku diçin Qada Taksîmê bi barîkatan hatine girtin. Hemû rêyên diçûn Cadeya Îstîklalê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Rêxistinên girseyî û komên xwendekaran ji saetên sibehê ve ji nuqteyên cuda hewl dan xwe bigihînin Taksîmê.

Endamên Partiya Şoreşger li rawestgeha metro ya Osmanbeyê hatin cem hev û ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Polîsan girseya gel asteng kir, nêzî 10 kes bi kelepçe û lêdanê binçav kirin.

Rojnameger jî hatin binçavkirin.

Nûçegîhana Jinnewsê Rozerîn Gultekîn û nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dogan Kaynak ên meş dişopandin jî hatin binçavkirin. Polîsan dest danî ser telefonên rojnamegeran û demekê di wesayîta binçavkirinê de hiştin û piştre berdan.

Xwendekarên di girtîgehê de

Komîteyên Ciwanan ên ku xwestin bimeşin Taksîmê jî xwestin ji Beşîktaş Akaretlerê derbasî Qada Taksîmê bibin. Xwendekaran bi qîrîna dirûşmên, “Em li hember barîkatên Taksîmê diqîrin! Ciwan dê barîkatan bişkînin. Em ê van barîkatan bişkînin. Ciwanên ku we jiyana wan dizîne dê vê fermanê hilweşînin” meşiyan. Li vir jî gelek xwendekar hatin binçavkirin.

Dixwestin ji nuqteyên cuda bimeşin

Endamên Partiya Azadiya Civakî (TOP) ên ku xwestin bi gotina "Derketin heye" heta Qada Taksîmê bimeşin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Berdevka Dem a PEP'ê Perîhan Koca jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 12 kesên din ên xwestin bimeşin Qada Taksîmê ji kolanên kêlekê yên li Şîşli Harbiye derketin ser kolana Cumhuriyetê hatin binçavkirin.

DÎSK li Taksîmê ye

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) di 1’ê Gulanê de hat Taksîmê. Koma ku di nav de Seroka DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu û endamên lijneya rêveberiyê jî hebûn heta bîrdariya Ataturk meşiyan.

Arzu Çerkezoglu ya ku çelenk danî ber bîrdariyê got: “Îro 1’ê Gulanê ye. Îro Roja Yekîtî, Têkoşîn û Hevgirtina karkerên cîhanê ye. Weke Desteya Rêveber a DÎSK'ê em li vir in ku çelenga xwe deynin. Weke hûn jî dizanin, em ê mîtînga xwe ya 1’ê Gulanê îsal li Stenbolê li Qada Maltepeyê li dar bixin. Em ê di demeke nêzîk de bi hev re biçin wir. Meydana 1ê Gulanê Meydana Taksîmê ye. Bi salan me ji bo azadiya 1’ê Gulanê û Taksîmê têkoşiya. Di salên 2010, 2011 û 2012’an de me ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî li vê qadê mezintirîn 1’ê Gulanê li dar xist."