Jinên Mexmûrê di bin dorpêçê de amadekariya cejnê dikin
Jinên wargeha penaberan a Mexmûrê bi rast hatina cejna remezanê li hev komdibin û bi hev re ji bo cejnê kulîçeyan çêdikin.
HÊVÎDAR TALÎ
Mexmûr- Bi hatina cejna remezanê re hemû xelkên misilman dest bi amadekariyên cejnê dikin û ji bo mêhvanên ku diçin cejnê şiriniyên cûr be cûr bi destê jinan tên çêkirin. Jinên wargeha Mexmûrê jî dema ku li gundên xwe yên herêma Botanê hertim ji bo cejnê kulîçe çêdikirin û ev yek weke çandekê lê hatiye. Di nava penaberî û ambargoyê de jî dest ji vê çandê neberdane û her sal ji bo cejna remezanê bi hev re kulîçeyan çêdikin. Her roj komek jin li malekê komdibin û ji bo cejnê kulîçeyan çêdikin. Îro jî dora çêkirina kulîçeyan a mala Nadiye Ozgun e.
Nadiye Ozgune di derbarê çêkirina kulîçeyan ku weke çandekê lê hatî de diyar kir ku dema nêzî roja cejnê dibe ew jinên taxê her şev li malekê kom dibin û bi alîkariya hevdû kulîçeyan çêdikin û wiha domand: “Çêkirina kulîçeyan çandek a me ya Kurdiye, di şert û mercên nexweş de ji bo cejnê me li ser pelan kulîçe çêdikir. Herku dem derbaz bû êdî şert û merc baştir bû êdî mirov dikare bi hêsanê çêbike. Em hemû jinên taxê hem li hev kom dibin hem jî alîkariya hev dikin. Her mala ku dixwazin çêbikin em hemû bi hev re alîkarî dikin. Ji ber çêkirina kulîçeyan hinek dem dixwaze. Em her roj li malekê kom dibin da ku barê hevdû sifiktir bikin.”
“Her sal em kulîçe çêdikin”
Nadiye Ozgun bi bîr xist ku ew hersal kuliçeyan bi hevre çêdikin û melzemeyên ku pê kulîçe çêdibe wiha rêzkir û got: “Em hevîrê kolîçeyan li gora pîvana ar çêdikin, minak ger bejin emê 5 kilo ar çêbikin 5 seneyax, yek bidon û niv şirê paketan, 5 lib hêk, 3 lib hêk bi temamî herdu libên din wê zerika wê were cudakirin ji bo li ser kolîçan were dayîn, hêl, ji bo tama hevîr xweş bike, bidonek û niv yaxê ron yê yek litre, 5 kevçikên xwarinê şekir, kevçikek xwê, vanîlya û hevîr tirş li gora wextê ku were çêkirin ger zû bê çêkirin wê hinek hevirtirş zêdetir be ger dereng çêbibe kêmek dikeve nav de. Danê ku dikeve navde her yek bi keyfa xweye, lê belê piranî em gozan çêdikin, goza hindê û xurme û goza hindê û goz d navhevde jî tê çêkirin, li gora derfetan derfet çawabe em jî li gora wê çêdikin. Em hersal bi hevre çêdikin, ez di wê baweriyê deme sala pêşiya me em xweştir derbaz bikin, bi rêberê xwere em wisan çêbikin da em li gerillayên xwe belav bikin û pêşwaziya wan bikin.”