Nagîhan Akarsel li Mexmûrê hat bibîr anîn
Komîteya Jineolojî ya wargeha penaberan a Mexmûrê endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, bi merasîmekê bibîr anî.

Mexmûr – Komîteya Jineolojî ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) endama Akademiya Jineolojiyê û rojnamevan Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê di êrişeke çekdarî de hat qetilkirin, bi merasîmekê bîranî.
Merasîma bîranînê li Meclîsa Îştar bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Dilvîn Oremar axivî.
‘Heval Nagîhan di kesayeta xwe de jina azad afirandibû’
Dilvîn Oremar destpêkê Nagîhan Akarsel bîranî û têkildarî kesayeta wê ev tişt got: “Li ser şehîdan axaftin gelek zehmet e. Heval Nagîhan di kesayeta xwe de jina azad afirandibû. Gihiştibû wateya xwebûna xwe û xwebûna xwe belavî tevayî civakê dikir. Hertim dinava lêgerîn û lêpirsînan de bû. Jiyan û xwezayê fam dikir. Di kesayeta xwe de jina têkoşer dihewand û ji bo wê têkoşînek mezin dida meşandin.”
Dilvîn Oremar dawiyê de destnîşan kir ku ew ê wek jin heta dawiyê şopdarê şehîdan bin û têkoşîna wan bigihînin serkeftinê.
Piştî axaftinê Gulşîn Batman ku li ser têkoşer Nagîhan Akarsel helbestek nivîsandibû, helbesta xwe pêşkêş kir. Piştre jî sînevîzyona ku li ser têkoşîn û jiyana Nagîhan Akarsel hatî amedekirin, hat temaşekirin.