Li Mexmûrê 10’emîn Festîvala Çandî ya Şehîd Bêrîtan destpê kir
10’emîn Festîvala Çand û Hunerî ya Şehîd Bêrîtan a li wargeha penaberan a Mexmûrê, bi turnuvaya voleybolê destpê kir.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) mîna kevneşopiyekê her du salan carekê di salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) de, dibin pêşengtiya Meclîsa Îştar de festîvala çand û hunerî tê lidarxistin. Îsal jî 10’emîn Festîvala Şehîd Bêrîtan bi dirûşmeya ‘Emê bi Rihê Şehîd Bêrîtan Civaka Aştî û Demokratîk Mîsoger Bikin’ li Saziya Ciwanan bi turnuvaya voleybolê ya jinên ciwan destpê kir.
Beriya ku turnuva destpê bike ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. piştî rêzgirtinê mamosta Evîn Colemêrg axaftinek kir. Evîn Colemêrg di axaftina xwe de di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû cangoriyên azadiyê bi bîranî û serkeftinê ji her du tîmên voleybolê re xwest.
Piştî axaftinê, her du tîmên jinên ciwan daketin qadê û yekem maça turnuvayê lîstin.