'Herî zêde jin rastî bikaranîna xirab a amûrên ragihandinê tên'
Parêzera Helebceyî Derya Fetah derbarê zagona bikaranîna xirab a amûrên ragihandinê li ser torên civakî de got “Kesên bi kiryaran re dimînin dikarin bi riya zagonê daxwaza parastinê bikin. Herî zêde jin bi zext û gefan re rûbirû dimînin.”
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Jin her dem bûne qurbaniyên hişmendiya baviksalar. Ev hişmendî di her qad û cihî de jinan dike armanc. Di van demên dawî de armancgirtina jinan a bi rêya amûrên elektronîk û torên civakî, zêde bûye. Pir caran kesên van kiryaran pêk tînin nayên nasîn û zagon jî nikare bi awayekî baş li ser wan bê sepandin. Bi vî awayî sûcdar berdewam dikin ku jinan bikin armanc û wan tacîz bikin.
Parêzer Derya Fetah, derbarê vê mijarê de ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku her sûcek ku bi rêya torên civakî bê kirin, dikare di çarçoveya zagona bikaranîna xirab a amûrên ragihandinê de bê lêkolînkirin. Ev yek dikare sûcên wek gef, bêbextî û şandina peyam an şîroveyên neguncav jî dihewîne.
Derya Fetah da zanîn ku kiryarên ku di jiyana rastîn de pêk tên, ji aliyê awayê pêkanîna wan ve ji kiryarên ku bi rêya torên civakî ve tên kirin, cuda ne. Derya wiha got: “Ji ber vê yekê, bikaranîna xirab a torên civakî, ji bo pêkanîna sûcan dikare bibe sedema şopandina zagonî û berpirsyartiyê li hember kesên ku van kiryaran pêk tînin.”
'Zagon ji bo parastina mafan e'
Derya Fetah diyar kir ku ev zagon ne tenê ji bo jinan e û ne jî tenê ji bo mêran e, ew mafên herdu aliyan diparêze. Parêzer Derya wiha şîrove kir: “Ji ber vê yekê ger kesek bi rêya torên civakî bê tehdîtkirin an jî rastî bêbextî û heqaretê bê, dikare bi rêya zagonî mafên xwe biparêze. Li Dadgeha Helebceyê jî dozên gilîkirinê yên derbarê bêbextî û tehdîdê ku bi rêya torên civakî hatine kirin de, hene. Di hin rewşan de şopandina zagonî dikare bibe sedema stendina tezmînatê ji bo kesê ku zirar dîtiye. Ev yek girêdayî şert û mercên dozê û biryara dadgehê ye.”
'Jin yek ji wan komên ku zêdetir rastî zirarê tên e'
Derya Fetah got ku jin taybetî yên ku di têkiliyên civakî û kesane de ne, dibe ku bi rêya peyamên elektronîk rastî gef û zextê bên. Parêzer Derya derbarê vê pêvajoyê de ev agahî dan: “Ev cure kiryar dikare zirarê bide maf û aramiya kesane ya wan. Di heman demê de mêr jî dikarin rastî heman cure sûcan bên. Ji ber vê yekê, girîng e ku her kesê ku li ser torên civakî rastî gef, bêbextî an heqaretê tê, ji mafên xwe yên zagonî haydar be û di rewşên pêwîst de gavên zagonî bavêje.”
'Bikaranîna hesabên sexte nayê wateya ku sûc nayê hesibandin'
Derya Fetah ragihand ku hin kes bi rêya post, şîrove, peyam û hesabên sexte hewl didin kesên din tehdîd bikin an zirarê bigihînin wan. Derya wiha domand: “Bikaranîna navekî sexte an hesabekî derewîn, nayê wateya ku kes dikare ji berpirsyariya yasayî xilas bibe. Nasîna kesê berpirsyar dikare bi rêya lêkolîn û şopandina pêwîst bê kirin."
'Kesên bi kiryaran re dimînin dikarin bi riya zagonî daxwaza parastinê bikin'
Derya Fetah di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nasîna mafên yasayî û hişyariya li hemberî awayên bikaranîna xirab a torên civakî, gaveke girîng e ji bo parastina kesan li hemberî gef û bêbextiyê. Her kesê ku rastî van kiryaran tê, dikare bi rêya yasayî daxwaza parastina mafên xwe bike.