Nagihan Akarsel li Kobanê hat bibîranîn
Jinên ji bajarê Kobanê û Tebqa têkoşer Nagihan Akarsel bibîranîn. Jinan soza şopandina riya wê û pêşxistina xebatên Jineolojî dan.

Kobanê – Akademîsyen û endama Akademiya Lêkolînên Jineolojî Nagihan Akarsal ku 30 salên jiyana xwe ji bo xwe gihandina xwebûn û azadiya jin feda kir, di 4’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê dewleta tirk ve bi êrîşeke çekdarî hat qetilkirin.
Navendên Lêkolînên Jineolojî yên kantona Tebqa û Firatê Endama Akademiya Jineolojî Nagihan Akarsel di 3'emîn salvegera wê de bibîranîn.
Bîranîna ku li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido hat birêxistin kirin, gelek jin û ciwan, her wiha Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Weqfa Jin, Desteya Jin û Zanîngeha Kobanê amedebûn.
Bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan ya kantona Firatê Sara Xelîl axivî.
Sara Xelîl ku teqez kir ewê xeyal û mîrateya Nagihan Akarsal bidin jiyankirin wiha got: “Yên pêşengiya pirojeya Rêber Apo kirin û dewam kirin, jin in. Li ser vê şopê bi sedan jin meşiyan, têkoşiyayn û xebitîn ku dikarîbûn vê pirojeyê temam bikin. Jinên ku soz dan Rêber Apo ku vê pirojeyê temam bikin, ji aliyê pergalên desthilatdar ve hatin hedefgirtin. Hevala Nagihan jî yek ji wan jinan e ku mohreke xwe ya mezin li pêşxistina zanista Jineolojî da. Weke jin em bi biryar û îsrar in ku vê pirojeyê misoger bikin. Bi vê wesîleyê em dibêjin, emê xeyal û mîrateya jinên ku neghîştin van rojan, bidin jiyankirin.”
Paşê malbatên şehîdan û endamên navenda Jineolojî li gel berzkirina diruşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” find pêxistin. Pişt re zinevizyon li ser jiyan, rêwîtî û mîrateya wê hat pêşandin û bi zimanê Erebî jî endama navenda Jineolojî ya Tebqa Wîsam Şemalî heman naverok pêşkêş kir.
Her wiha Şara Ebdo helbesta Nagihan Akarsel ya bi nave Keziyên Min pêşkêş kir.
Di dawiyê de koma şehîd Delîla ya govendê derket ser dike û bîranîn bi siloganan bi dawî bû.