Dadgeha Leşkerî ya Tûnisê 4 sal ceza da siyasetmedar Tûnisî Olefa Hamdî
Dadgeha leşkerî ya Tûnisê, ji ber dijberiya wê ya li hember desthilatdariya welêt, 4 sal cezayê girtîgehê li çalakvan û siyasetmedara Tûnisî Olefa Hamdî birî.
Navenda Nûçeyan – Dadgeha leşkerî ya Tûnisê duh 4 sal cezayê girtîgehê û cezayê pereyî yê nêzîkî 12 hezar Euro, li çalakvan û siyasetmedara Tûnisî Olefa Hamdî birî. Ew bi sûcên 'komploya li dijî ewlehiya dewletê' û 'teşwîqkirina leşkeran ji bo serî netewînin' hat tawanbarkirin.
Li gorî gotina Ekrem Mûsa ku parêzerê Olefa Hamdî ye, ev cezayên ku dikarin bên nûkirin, di çarçoveya pêvajoyên darazî yên li dijî dehan muxalifên siyasî de tên. Ekrem Mûsa ragihand ku ev pêvajo, piştî ku di sala 2021'an de dema ku Serokkomar Qeys Seîd desthilatê di destê xwe de kom kir, li Tûnisê dest pê kirin. Di vê navberê de rêxistinên mafên mirovan derbarê paşveçûna azadiyan de rexneyên xwe radighînin.
Ji ber ku Serokkomarê Tûnisê rexne kir hate girtin
Berî vê yekê jî, Olefa Hamdî ku di sala 2024'an de ji bo hilbijartinên serokkomariyê xwe wek namzet nîşan dabû, ji aliyê dadgeha leşkerî ve bi cezayê du salan girtîgehê hatibû cezakirin. Ew di nîvê Sibata borî de, dema ku gihîşt balafirgeha navneteweyî ya Tûnis-Qartacê, hat girtin. Tawanbarî li ser bingeha nivîsên wê yên li ser platforma civakî ya Facebookê bû, ku tê Serokkomarê Tûnisê Qeys Seîd û artêşê de rexne kiribû.
Olefa Hamdî ku hem welatiya Tûnisê ye hem jî ya Emerîkayê, di destpêka sala 2021'an de demeke kurt wek rêvebera giştî ya pargîdaniya balafirgeha Tûnisê 'Tûnis Eyr' xebitî. Olefa di sala 2022'yan de partiya 'Komara Sêyemîn' damezrand û siyaseta Serokkomar Qeys Seîd bi tundî rexne kir.
Di şert û mercên ku bi dehan muxalifên siyasî li Tûnisê hatine girtin û cezayên giran li wan hatine birîn de, rêxistinên navneteweyî û navxweyî yên mafên mirovan, paşveçûna azadiyan a li welêt rexne kirine.