YPJ: Biryara darvekirinê ya Werîşe Muradî êrîşeke li dijî tevahî jinan e

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), diyar kir ku biryara darvekirinê ya li dijî jina Kurd Werîşe Muradî, êrîşeke rasterast e li ser îrade û azadîxwestina tevahiya jinan

Navenda Nûçeyan – Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), der barê biryara darvekirinê ya Rejîma Îslamî ya Îranê, ji bo çalakvan û girtiya siyasî ya jina Kurd Werîşe Muradî de, daxuyaniyekî nivîskî weşand.

Fermandariya YPJ’ê, di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku biryara darvekirinê ya Rejîma Îslamî ya Îranê ya ji bo çalakvan û girtiya siyasî ya jina Kurd Werîşe Muradî, berfirehiya siyaseta qirkirina jinê û êrîşeke rasterast e li ser îrade û azadîxwestina tevahiya jinan.

YPJ’ê, da zanîn ku dîroka Rejîma Îranê şahidê wê yekê ye ku desthilatdariya paşverû her tim xwestiye berxwedana gelê Kurd û pêngavên rizgariya jinê bi sêdar û tirsê bitebisine û got: “Ji Şêrîn Elemhûlî heta Zeynep Celaliyan û îro jî Werîşe Muradî, siyaseta çewsandina jinên berxwedêr di bingeha hişmendiya vê desthilatdariyê de cîh digire.”

‘Tu sêdar nikarin îradeya jinên ku ji bo azadiyê rabûne ser piyan bişkîne’

Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku vê desthilatdariya ku ji felsefe û dengê “Jin, Jiyan, Azadî” ditirse, îro dîsa dixwaze bi van biryarên dermirovî tolê ji kevneşopiya berxwedanê û ji pêşengên jin bistîne: “Lê dîrokê gelek caran nîşan daye ku tu siyasetên tirsandinê û tu sêdar nikarin îradeya jinên ku ji bo azadiyê rabûne ser piyan bişkîne.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Werîşe Muradî îro ne tenê girtiyeke siyasî ye, di heman demê de berdewamiya mîrata berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê û sembola tekoşîna li dijî paşverûtiyê ye û wiha berdewam kir: “Êrîş û xetereya li ser jiyana wê, berdewamiya êrîşên li ser destkeftiyên dîrokî yên tevgera azadiya jinan e. Wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), em vê biryara îdamê û her cûre polîtîkayên darvekirinê bi tundî şermezar dikin. Em radigihînin ku ev siyaset bêhiqûqî ye û xefka faşîzmê ye ku dixwaze paşeroja civakê di taritiyê de bihêle.”

‘Bêdengiya li beramberî van sûcan, rê li ber kûrbûna desthilatdariya zilam vedike’


YPJ’ê, di dawiya daxuyaniya xwe de vê bangê kir: “Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan, saziyên navneteweyî û tevgerên jinan ên cîhanî kir ku li dijî van cezayên darvekirinê bêdeng nemînin û xwedî li berxwedana girtiyên siyasî derkevin û Bêdengiya li beramberî van sûcan, rê li ber kûrbûna zilma desthilatdaran vedike. Em silavên xwe yên şoreşgerî dişînin bo berxwedana hemû jinên di zindanan de ku kevneşopiya têkoşînê ya dîrokî diparêzin, û em pênase dikin ku em ê di her mercî de bibin deng û parêzvanên maf û têkoşîna wan. Berxwedana jinan a ji bo azadiyê wê tu carî bi darvekirin û zextan paşve venekişe.”