NADA: Şoreşa Jinê bi têkoşîna hevpar biparêzîn
Tifaqa Jinan ya Demokratîk ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa (NADA) bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê da û got: “Li Sûriyê Şoreşa Jinê bi têkoşîna hevpar em bi parêzin.”
Navenda Nûçeyan- Tifaqa Jinan ya Demokratîk ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa (NADA) têkildarî êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da. NADA ku bertek nîşanî êrişan da diyarkir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di çeperên herî pêş de cih girtin û pergalek ava kirin, hedefa êrişan, Rêveberiya Xweser e.
Di daxuyaniya bi sernavê ‘Ji bo li Sûriyê em Şoreşa Jinê biparêzin em bibin yek’ hatî dayîn ev tişt hate gotin: “Li gel rûxandina rejîma zextkar a Baas a li Sûriyê, hêviya ku li Sûriyê gelên bi nasnameyên cûda û kokên etnîkî, di nava aramî û azadiyê de bijîn hildigre, her kesê fikirî ku dawî li demê parçebûnê hatiye.
‘Senaryoya 1018’an û beriya wê cardin ket meryetê’
Lê belê di demên dawî de bûyerên ku li hinek bajarên Sûriyê qewimî û piştre êrişên hewayî û bejayî li dijî herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îşareta ku felaketek nêz bûye. Komên bi çek, di destpêkê de Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ), komên ku ji aliyê dewleta Tirk ve piştevaniya wan tê kirin, senaryoya ku beriya 2018’an cardin xistine meryetê. Kuştin, îşkence û tundiya zêde dibe, herêma Rojhilatê Firatê kir hedef. Bi zorê ji cihê xwebûn û koç, li dijî mirina jê rev cardin derket ser ruyê erdê, civaka navnetewî di nav bêdengiyek şerm de ye. Hêzên herêmî bêdengî hilbijartine. Jin bûn hedefa yekem.
‘Jin hatin hedef girtin’
Li van herêman, çeteyên ku dewleta Tirk piştevaniya wan dike û bermahiyên DAIŞ cardin ketin nava tevgerê, ev projeya ‘birayên misliman) ya sûc û eşirtî ku hedef dike ceribandina gelê ku xwe dispêre demokrasiyê û bi xwe xwe rêve dibe ji holê rake, bi planekê anîn rû bi rûyî hev. Ev rewş ber bi zextek ku gef dike, ditirsîne, dikuje û bi riya revandinê jinan dike hedef.
‘Gel ji bo mafê jiyanê têdikoşin’
Li dijî vê projeya xeter, gelê li herêmê dijî, ji bo mafê jiyanê yê ku zagona gerdûnî ya mafê mirovan garantî kirî, têdikoşin û li dijî mudaxeleyên ji derve û bi taybet li dijî komên ku Tirkiye wan finanse dike têdikoşin. Tirkiye vê ceribandina ku weke wê tineye û jinan dixwe piana pêş û di azadkirina herêmê de û di azadkirina Êzidî û gelên din ên di destê DAIŞ de rol dilîze dike hedef. Ev jin ji bo jinên li herêmê û li çar aliyê cîhanê bû çavkaniya îlhamê.”
‘Ev têkoşîn dozek hevpare’
NADA, di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe bi vî awayî rêzkir: “Şoreşa jin a li Sûriyê, bi taybet jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirisyên mezin ên rastî hatine li ber çav bê çavgirtin;
* Tifaqa NADA, destnîşan kir ku ceribandinên bi xwe xwerêvebirin, rizgariya Kurdên li Sûriyê û gelên din ên ku ev salên dirêje rastî zilm û neheqiyê hatine. Di heman demê de metirsiya DAIŞ cardin herêman dagir bike û qedera gelê li vêderê dijî kontrol bike bibîrxist.
*Tifaqa NADA, bang li hemû rêxistinên jinan dike ku ji piştevaniya bi jinên li wê herêmê bi hêz bikin û parastina şoreşa jin ya ji wêderî derketî biparêzin. Di heman demê de em cardin bibîrdixin ku ev têkoşîn dozek hevpar e.
* Bang li jinên Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn dikin ku ji bo eşkerekirina sûcên komên cîhadî yên dewleta Tirk piştevaniya wê dike û ji bo mudaxeleya Tirk ya li Sûriyê bi dawî bibin zextan bikin. Ev ji bo pêkanîna pêşerojek bi ewle ji bo hemû gelan, bi taybet ji bo jinan xwedî giringiya jiyanî ye.
*Tifaqa NADA, bibîrdixwe ku Heyet Tahrir El-Şam, di demên dawî de dest bi zagonên xwe yên zextê li beramberî jinan kiriye, polîsên exlaqî ava kiriye jinan ji qadên giştî dûr dixe û hedef dike ku sîstemek otoriter ava bike. Ev xwe dispêre ceribandina Idlibê, xebardara ji bo jinan pêşerojek tariye û di navbera gel, jin û hemû kêmenetewan de tirsê dide avakirin.
*Tifaqa NADA, bang li hemû rêxistinên navnetewî û mafê mirovan yên herêmê dike ku li dijî vê êrişa ku gelê Sûriyê di nav de ye, piştevaniya gel bikin. Ger ev krîz kurtir bibe, wê bandorek neyênî li herêmê û bi giştî Rojhilata Navîn û Efrîqa bike. Ji rejîma Baas re na, ji desthilata cîhadî û selefi re na! Ji felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re erê!”