Jinên xanenişîn: Nebûna mûçe bandorê li ser jiyana me dike

Jinên xanenişîn ên ku debara malbata xwe dikindestnîşan kirin ku ji ber paşketina mûçeyan barê jiyanê li ser wan giran bûye dibêjin: “Nedana mûçe bandorê li me hemûyan dike.”

ŞIYA KOYE

Koye – Li herêma Kurdistanê sê meh in mûçeyê mehên mehên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê nehatine dayîn. Vê yekê jî mercên jiyana hemwelatiyên herêma Kurdistanê girantir kiriye û bi taybetî bandorê li wan jinên ku malê bi rê ve dibin û dahata jiyanê dikin dike. Li gorî lîsteya hatiye belavkirin, îro wê mûçeyê meha Cotmehê were belavkirin. Lê belê mûçexwar li benda mûçeyê mehên Mijdar û Kanûnê ne, da ku pêwîstiyên xwe pêk bînin.

Jinên Xanenişîn ên salên dûr û dirêj xebitîne û niha dahata jiyana xwe bi mûçeyê xanenişîniyê dikin, behsa bandora nebûna mûçe li ser jiyana wan kirin û dan zanîn ku barê ser milên wan girantir bûye.

‘Nedana mûçe bandorê li jiyana me dike’

Jina bajarê Koye Fewziye Ehmed der barê girtina mûçe de wiha got: “Ji navçeya Pirdê em ji bo mûçeyê xanenişîniyê hatine. Nedana mûçe bandorê li ser me hemûyan dike. Yên ku di malê kirê de ne wê çawa kirêya xwe bidin, ev sê meh in mûçe nehatiye dayîn. Jiyana min ji ya gelek kesên ku zarok û nexweşên wan hene baştir e. Jiyan ji bo wan gelek zor e. Ez kengê nexweş dibim ji ber êşê bi şevan ranazêm lê belê pereyê min nîn e biçim bişîjk. Li dijî bêmûçetiyê divê hemû kes bi yek dengî baykot bikin, da ku hikumet mûçe bide.

‘Tu hikumet nîn e’

Jina bi navê Amîne Xidir ji ber bendewariyê westiyaye û bi dilekî tije kul wiha dibêje: “Xanenişîn wiha dimînin û paşketina mûçe bandorek zêde li ser me dike. Dema em diçin bazarê, nikarin kîloyek tomate bikirin. Nexweşiya penceşêrê bi me hemûyan re heye. Rewşa me gelek xirab e. Di demeke ku me deng daye de wisa li me dikin. Ji ber wê tu hikumet nîn e û sûda wê ji kesê re tune ye. Zarokên me yên bi zor û zehmet me ew xwedî kirin, niha koçber bûne û berê xwe dane derveyî welat.”