Heyeta Îmraliyê bi Wezîrê Edaletê yê Tirkiye re hevdîtin kir

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Wezîrê Dadê re daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Rola Wezareta Dadê ji bo pêvajoyê krîtîke. Zemîna hiqûqî çi qas xurt be dê pêşveçûna pêvajoyê jî ewqas xurt be.”

Enqere – Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol îro ji bo hedîtinan bi partiyên siyasî re li Enqerê det bi hedîtinan kirin. Hevdîtian yekem bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re li Wezareta Edaletê pêkhat. Di hevdîtinê de alîkarî Wezîrê Dadê Ramazan Can jî amade bû.

‘Em bawer dikin ku birêz wezîr di vê pêvajoyê de rolek û berpirsiyariyek girîng li xwe bigire’

Di daxuyaniyê de Pervîn Buldan wiha axivî: “Ev serdanek girîng bû. Me nirxandinek giştî li ser qonaxên heyî yên pêvajoyê, hem ji aliyê siyasî û hem jî ji hêla qanûnî ve û rêya ku ji niha û pê ve dê bê şopandin kir. Em bawer dikin ku Wezîrê Dadê dê di vê pêvajoyê de rolek û berpirsiyariyek girîng li xwe bigire, lewra em dikevin qonaxa komîsyonê. Ji ber vê yekê, me jê re rave kir ku divê pêvajo li gorî bingehek qanûnî bê rêvebirin. Wî jî diyar kir ku wî heta niha her cure piştgirî daye û dê ji vir û şûn de jî ji bo berpirsiyariya rêveçûna pêvajoyê li ser bingehek qanûnî, bigire ser xwe. Ev civînek girîng û erênî bû. Em dîsa spasiya wî dikin.”

‘Dê gelek xebat bên kirin’

Mîthat Sancar, diyar kir ku cîgîrên wezîr jî beşdarî civînê bûne û hevdîtin bi awayeke erênî pêk hat û wiha got: “Di vê qonaxa pêvajoyê de bingeha qanûnî pir girîng e. Ji bo pêvajo bi awayeke rêk û pêk rêve biçe û ber bi pêvajoya aştî, hiqûqî pêş ve biçe erka Wezareta Dadê xwedî ciheke taybet e. Dê ji vir û şûn de gelek xebat bên kirin. Rola Wezareta Dadê divê qonaxê de krîtîk e. Rêzdar Wezîr, diyar kir ku dê her cure tevgeriyê bidin. Zemîna hiqûqî çiqas xurt be dê pêşveçûna pêvajoyê jî ewqas xurt be. Baweriya me bi vê yekê heye. Wezîr destnîşan kir ku dê ji vir û şûn de tavkariya wan ê di asta herî bilind de be. Em spasdarên wî ne.”

Di qonaxa komîsyonê de gelek tişt hewce ne ku werin kirin

Pervîn Buldan, pirsa li ser teqwîma pêvajoyê ev tişt got: “Bernameyek diyarkirî tune ye, lê pêvajo dê di qonaxan de rêvebiçe. Qonax bi qonax rêve diçe hûn ê bişopînin.  Ji ber vê yekê, piştî tunekirina çekan, qonaxek nû dê dest pê bike. Ev qonax, qonaxa komîsyonê ye. Di qonaxa komîsyonê de gelek tişt hewce ne ku werin kirin. Komîsyon dê gelek erk û berpirsiyariyan bigire ser xwe. Dema ku ev qediya, dibe ku qonaxek din bê. Em her qonaxek bi rêya we bi raya cemawerî re parve dikin û em ê berdewam bikin.”