Mîhrîcana Jin û Xweza destpê kir

Mîhrîcana Çand û Xweza ya Jinê, li navçeya Gimgima Mûşê bi meşa jinan destpê kir.

Mûş – Festîvala jinan a li Gimgimê tê lidarxistin, bi meşekê ji bo bîranîna Ekin Wan û jinên ku hatine kuştin dest pê kir.

Bi sedan jinên ji bajarên din ên Kurdistanê hatin, li navenda Gimgimê gihîştin hev. Festîvala jinan a li Gimgima Mûşê tê lidarxistin, bi meşekê ji bo bîranîna Ekin Wan û jinên ku hatine kuştin dest pê kir. Jin bi sloganên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî Serok Apo” meşiyan.

Meşa ku bi sedan jin ji bajarên Kurdistanê beşdar bûn, ji bo bîranîna Ekin Wan, ku di pevçûna 10'ê Tîrmeha 2015'an de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê de hate teşhîrkirin û hemû jinên ku hatine kuştin, tê lidarxistin.

Piştî ku gihîştin qada Gimgimê, li vir daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Parlementera DEM Partî ya Mûşê Sumeyye Boz li ser navê jinan axivî û got ku ewê li ciyê ku Ekîn Wan lê hariye qetilkirin, jiyanê ji nû ve zindî bikin. Piştre jin li erebeyan siwar bûn û çûn qada Alagoz a ku dê çalakiyên mîhrîcanê lêbên lidarxistin.