Mihrîcana Şehît Berçem didome: ‘Hêza’ hat temaşekirin

2’yemîn Mihrîcana Şehîd Berçem a li Kobanê tê li darxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi temaşekirina belgefilîma Hêza destpê kir.

Kobanê – Mihrîcana şehîd Berçem ya çand, hûner, wêje û berhemên jinan ku bi diruşmeya “Bi tîrêjên rojê re emê hûnera jin geş bikin” ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye birêxistinkirin, didome.

Di roja duyemîn ya mihrîcanê de, bi sedan şêniyên Kobanê û hûnermend, wêjevan, sînemager, stranbêj û helbestvan berê xwe dan  navenda çand û hûnera Baxî Xido ku li gor rêzebernameya mihrîcanê belgefilîma Hêza hat tameşekirina.

Belgefilîma Hêza ku bi derhênertiya Derya Deniz hatiye amedekirin, li ser serhatiya jineke Êzidî ku di dema fermana çeteyên DAIŞ di 2014’an de li ser Şengalê hatiye pêkanîn de hatiye revandin. Di belgefilîmê de hurguliyên ku Hêza jiyan kiriye, ji revandin, işkence û rizgarbûnê, her wiha têkoşîna ku di bin sîwana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de daye destpêkirin, tê vegotin.

Dê bernameya êvarê li qada Şehîd Egîd be

Di rêzeçûyîna mihrîcanê de, dê di seatên êvarê de li qada Şehîd Egîd ya Kobanê konsertên mûzikê yên koma Şehîd Sakîne ji kantona Qamişlo, koma Gerestêrk ji kantona Hesekê, koma Şehîd Esmer ji bajarê Kobanê, her wiha hûnermend Yasmîn Esker ji kantona Tebqa û koma Şehîd Viyan ya govendê ji kantona Şehba-Efrîn hûnera xwe pêşkêş bikin.