Melek Mosso: Ez vê xeletê ji bo jinên hatî qetilkirin digrim

Stranbêj Melek Mosso xeleta ku di merasîma xelatan ya Power Turk Muzik de girtî, diyarî jina kir, di salonê de demek dirêj çepik ji hunermendê re lêdan.

Navenda Nûçeyan- Stranbêj Melek Mosso xeleta Muzikê ya li aliyê Power Turk ve hatî organize kirin bi strana bi navê 'Sal efû nake' (Yillar Afetmez) ku di ‘Albuma rêzdariya Bergen’ê de cih digirt xelata ‘Covara herî bi hêz’ girt. 

Merasîma xelatê ya ku li navenda Kulturê ya Ataturk (AKM) hatî li darxistin de Melek Mosso axivî û di salonê de gelek çepik jêre hate lêdan. Melek Mosso da zanîn ku li ser navê jinan xelat girtiye û got:

“Ez vê xelatê ev bi sedsalen divê civakê de, jin bi cilên xwe ku li cihanê hatin dûrxistin, jin bi kenê xwe û bi hemû tiştên xwe tê darazadin, ez vê diyarî hemû jinên ku hatine qetilkirin dikim. Wê tu caran dengê me qût nebe. Ez jinek ku hertim rêzê li stranbêjên jin, hunermendên jin û jinên di vê civakê de digrim. Ezê hertim li pişt wan bim. Kes nikare min bêdeng bike. Berhemdan, û stran gotin berdewam e.”