Meclisa Jinan a PYD: Pirrengiya çandî ya Sûriyeyê biparêzin

Meclisa Jinan a PYD'ê bi daxuyaniyekê sersala mîladî pîroz kir û diyar kir ku pirrengiya çandî û dîrokî ya Sûriyeyê hêmaneke sereke ya pêkhatina aramiyê ye, wê pirrengiyê biparêzin.

Qamişlo – Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û tê de sersala nû li tevahî pêkhateyên Sûriyeyê û gelên herêmê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çareseriya herî guncaw ji bo pêşeroja Sûriyeyê ye, ji ber ku ew li ser bingehên biratiya gelan û jiyana hevbeş a ol û neteweyan ava bûye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pirrengiya çandî û dîrokî ya li Sûriyeyê hêmaneke sereke ya pêkhatina aramiyê ye û pêwist e were parastin, ji ber ku ew pirrengî rastî û cewhera nasnameya Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniyê de teqezî bi parastina pirrengiyê û kêmneteweyên li Sûriyeyê da û hat gotin divê destdirêjî li tu sembol, urf û adatan neyê kirin, maf û erkên her pêkhate, mezhebe werin parastin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistin û tevgerên jinan û yên hiqûqî û hêzên nîştimanî hat kirin ku ji bi avakirina Sûriyeya demokratîk hevgirtinê xurtbikin û binpêkirinên li dijî jinên herêmê û cîhanê rawestînin.