Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê: Çi dibe bila bibe wê aştî bê
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê diyar kir ku divê desthilatî gavên derbarê pêvajoya nû de biavêje û got: “Em jiyanek bi hev re dixwazin, em aştiyê dixwazin.”

Amed - Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê têkildarî geşedanên pêvajoya dawî, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de li ser navê Dayîkên Aştiyê Hewa Kiran axivî. Dayîka Hewa diyar kir ku divê desthilat ji bo pêvajoya nû ya ku hatiye destpêkirin gavan bavêje û got ku Dayîkên Aştiyê ji bo aştiya welat dê hertiştî bikin.
‘Gav yek alî nabe’
Hewa Kiran di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez sipasiya her kesê ku ji bo aştiyê gav avêtine, dikim. Li ser navê hemû Dayîkên Aştiyê em dibêjin bila balafirên şer bisekinin ji bo rondikên çavên dayîkan bisekinin. Kes naxwaze êdî kesek jiyana xwe ji dest bide. Di vê pêvajoya aşitiyê ku em tê de ne, dewleta Tirk hê jî gavek neavêtiye. Me gav avêt, lê belê hê ji wan tiştek nehatiye. Gav yek alî nabe.”
‘Çi dibe bila bibe wê aştî bê’
Hewa Kiran xwest hemû kes destê xwe dirêjî Dayîkên Aştiyê bikin û wiha got: “Ez bang li dewletên din dikim: Pêvajoyek ji aliyê dewleta Tirk ve hat destpêkirin û ew hewce ne ku tevahiya mirovan bi vê pêvajoyê bidin bawerkirin. Divê mirov bawer bikin. Ez bang li hemû dayîkan û mirovan dikim; werin destên xwe dirêjî Dayîkên Aştiyê bikin. Bi hev re em aştiyê bînin, welat azad bikin. Em jiyanek bi hev re dixwazin. Çi dibe bila bibe, wê aştî were. Em aştî û azadiyê dixwazin.”