Halîde Turkoglu: Divê komîsyonek ku jin tê de kirde ye bê avakirin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu bal kişand ser komîsyona ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin û got: "Divê komîsyonek ku jin tê de kirde bin, bê avakirin.”

Navenda Nûçeyan – Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, beriya civîna Meclîsa Jinê, civîna çapemeniyê li dar xist. Halîde Turkoglu bal kişand ser salvegera sirgûnkirina Çerkesan û komkujiya ku li ser wan pêk hatiye. Halîde Turkoglû komkujî şermezar kir, bal kişand ser kongreya ku di navbera 15-17'ê Gulanê de li Silêmaniyê ji aliyê Koordînasyona Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ve bi dirûşmeya "Ber bi Civaka Demokratîk a li ser bingeha Şoreşa Jinê ve" pêk hat. Halîde diyar kir ku encamnameya kongreyê belgeya daxwaza aştî û demokrasiyê ye.
‘Em ji bo civakek bê tundî û bê êrîş têdikoşin’
Halîde banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kir, bi bîrxist û wiha got: "Helbet bar û berpirsiyariya pêvajoyên wiha yên dîrokî, giran e. Lê belê em jin nûnerên kevneşopiyeke ku em ê bi awayekî herî xurt barê vê pêvajoya dîrokî û aştiya bi rûmet hilgirin ser milên xwe. Em nûnerên têkoşîna ku ji bo vê yekê gelek bedêl û ked daye ne. Mîrateya jinê ya ku me wergirtiye jî, bi tecrûbeyên ku em ê vê pêvajoyê bi awayekî herî xurt birêve bibin tije ye. Em jin di warê avakirina aştî û civaka demokratîk de xwedî ezmûneke xurt in. Bi van hest û ramanan em bê dudilî vê yekê dibêjin. 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' ya Birêz Ocalan jî banga guhertin û veguhertina civakî ye. Em ne ji bo civakeke ku jin tê de bên qetilkirin, tundî li wan bê kirin, bên paşguhkirin û xizan bin, em ji bo civakek bê tundî û bê êrîş têdikoşin. Ji vê re jî dibêjin civaka demokratîk.”
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
Halîde destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe re, rê li ber vê yekê vekiriye û bingehek amade kiriye. Halîde ev tişt gotin: “PKK’ê bi çêkirina kongreya xwe ya 12’yemîn, bi awayekî herî xurt ev bang pêk anî. Ji bo ku pêvajo bi awayekî yekalî bipêş nekeve, divê desthilatî demildest bi gavên şênber berpirsyariya xwe bi cîh bîne. Di vê çarçoveyê de avakirina komîsyonek ku di bin banê Meclîsê de bê avakirin, bê guman girîng û hêja ye. Ger di bin banê parlamentoyê de komîsyonek bê avakirin, divê ev komîsyon tu aliyan li derve nehêle. Divê komîsyonek ku jin tê de bibin kirde, bê avakirin. Ji ber ku hêza pêşeng a ku dê li vî welatî aştiya bi rûmet ava bike hêza jinê ye, dengê jinê ye, gotina jinê ye. Ezmûna têkoşînê ya jinê ye."
‘Me dest ji berfirehkirina têkoşîna xwe berneda’
Halîde, bal kişand ser qirkirina jinan û pirsgirêkên wan ên ji ber van sedeman, têkoşîna li dijî vê yekê, polîtîka û axaftinên AKP'ê yên li hemberî jinan û wiha got: "Me tu carî dest ji berfirehkirina têkoşîna xwe ya ji bo azadiya jinê li gel zext, binçavkirin û îşkenceyê berneda. Em her tim bûne hêza pêşeng a pêvajoyên aştiyê. Ji bo vê yekê gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dane, em ji her demê zêdetir li ser bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk in. Ji bo rêhevalên xwe yên di vê riyê de jiyana xwe ji dest dan, em soz didin ku em ê bi têkoşîna xwe li dora Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk bibin yek û hevgirtina jinan bi rêzdarî silav dikim."