Meclisa Civaka Ermenî: Vekirina qada hewayî rê li ber qirkirina gelan vedike

Meclisa Civaka Ermenî û tabûra Şehîd Nûbar û Ozyan bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Her roj herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rastî êrîşan tê, dewleta tirk a dagirker bi belafirên bê mirov sivîlan hedef digire. Meclisa Civaka Ermenî û Tabûra Şehîd Nûbar û Oziyan bi daxuyaniyekê êrîşan şermezar kirin. Daxuyanî li dibistana Zat Nitaqeyîn a taxa Kelasê ya bajarê Hesekê ji aliyê şervana Tabûra Şehîd Nûbar û Ozyan Yerîvan Ozanyar ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de endam û rêvberên Kongra Star ên bajarê Hesekê amade bûn.

“Siyaseta Osmaniyan a qirkirinê heya roja îro dewam dike”

Yerîvan Ozanyar têkildarî êrişên dewleta tirk a li ser herêmê wiha got: “Em wekî gelê Ermen di dîrokê de bi destê osmaniyan rastî komkujiyan hatine û hebûna me li ser vê xakê şahidê wan komkujiyan e. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê hemû pêkhateyên herêmê hedef digire û siyaseta qirkirinê ya Osmaniyan dide meşandin. Lewma em banga girtina qada hewayî dikin da ku rê li ber van komkujiyan bê girtin û sivîl ji hovîtiya dewleta tirk werin parastin. Ji ber ku vekirina qada hewayî, rê li ber van komkujiyan vekirin e.”

“Bila her kes piştgirî bide Operasyona Sondê”

Şervana Tabûra Şehîd Nûbar û Oziyan Losîn Hayrênîk bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku piştgirî bidin Operasyona Sondê û wiha axaftina xwe domand: “Em wekî şervanên tabûra Şehîd Nûbar û Oziyan ji bo parastina hemû pêkhateyan di eyniyên şer de cih digrin da ku em rê li ber dubarekirina komkujiyan bigrin. Di dema dawî de QSD’ê Operasyona Sondê daye destpêkirin pêwist e her ferdekî di civakê de hişyar be û piştgirî bide vê operasyonê da ku rê li ber komkujiyan bigrin. Her kes di komîn û taxa xwe de baldar be û zarok û civaka xwe biparêze.”

“Bi êrîşan dixwaze aloziya xwe ya hundirîn veşêre”

Endama Meclisa Civaka Ermenî Losîn Kaforiyan êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û wiha got: “Ev êrîşên ku pêk tên bi erêkirina hêzên navdewletî ne, bêdengiya wan vê yek nîşan dide. Di heman wextê de eger dewleta tirk çira kesk negirtiba dê nikaribû bi belafiran sivîlan hedef bigire. Li beramberî van êrîşan bêdengî heye. Em bang li rêxistinên mirovî dikin ku bi erkên xwe rabin û rê li ber qirkirina gelan bigrin. Dewleta tirk dixwaze li ser xwîna zarokên vê xakê aloziya xwe ya hundirîn veşêre.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedan“ bi dawî bû.