Meclîsa Îştarê li dijî gefên li ser Ayşe Acar Başaran daxûyanî dan

Jinên Mexmurê bi pêşengtiya Meclîsa Îştar, bi armanca şermezarkirina êrişên li ser HDP'ê û şermezarkirina êrîşa li hemberî Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşê Acar Başaran daxuyaniyek dan.

Mexmûr - Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar,  bi armanca şermezarkirina êrişên li ser HDP'ê û şermezarkirina êrîşa li hemberî Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşê Acar Başaran daxuyaniyek dan. Daxuyanî  bi tevlîbûna dehan jinên Wargehê li ber avahiya Meclîsa  Îştar hat dayîn. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar, Xantur Kara ve hat xwendin.

Di daxuyanî de wiha hat gotin:

“Girînge ku li hemû qadan di serî de jin û ciwan, divê pêngavên berbiçav û polîtîkayên ku civak pê hewce ye werin danîn û li ser vî bingehî werin rêxistin kirin. Wekî pêngava ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina jina azad û civakê ye’. Têkoşina me li dijî polîtîkayên qirkirina jinê ya AKP-MHP’ê ya faşîst, li diji polîtîkayên qirkirinê ya pergala zilamserwer, dibe helwesta têkoşîneke gerdûnî. Divê em bikaribin li vê pêngavê û pêngavên weke wê bibin xelekeka parastin û bilindkirinê.

Di dirok û jiyanê de hertim em weke jin û civak şahidiya wê kiriye

Em îro xwedî paradîgma û îdeolojiyeke wiha ne ku lêgerîna têkoşîna jinên cîhanê re dibin bersîv. Yek ji paradîgmaya Rêbertî ku bi dilgermî tê pêşwazîkirin  paradîgmaya me ya jinê û îdeolojiya me ya rizgariya jinê ye.  Her çiqas di astekî bilind de xwedi derketina pergala Netewa Demokratik hebe jî bê guman ji bo belavkirin û j holêrakirina vê pergalê AKP-MHP hertim dinava lêgerinê de ne. Van nêzikatiyên xwe yên faşizan ji li ser iradeya tevayî jin û civakê dixwazin bidin pêkanin . Di dirok û jiyanê de hertim me weke jin û civak şahidiya wê kiriye. Mînaka herî berbicav jî qetilkirina Deniz Poyraz bu.  Bêguman ji bo bikaribin faşizma xwe li ser Gelê Kurd bidin avakirin jinên berxwedêr yên mina Deniz, Ebru, Sêvê, Fatma û Pakizeyan ji xwe re dikin hedef. 

 “Ayşe Acar iradeya me ye”

Berî bi çend rojan komek polis û faşîstan êrişi navenda gişti ya HDP kirin.  Bi taybeti ev êriş di kesayetiya Ayşe Acar Başaran de li hemberî iîradeya hemu jinan hat kirin. Ji ber ku dewleta tirk di ferqê de ye û dizane  ku ya guhertin û veguhertinên zihni û civaki dide avakirn jine, lewma ji her roj êrişên xwe yên derveyi exlaq û mirovahiyê li ser jin û îradeya jinê pêk tîne. Pergala koledar heta îro nikaribûye jinê bê îrade bike.  Wê çawa faşizma AKP-MHP bikaribe li ser iradeya jin-civakê siya xwe bide avakirin ? Ayşe Acar iradeya me ye, kes nikare deste xwe dirêji iradeya me bike. Li hemberî êrişa dewlet tirk em dibin dengê Ayşe Acar, em dibin dengê dayika Emine Şenyaşar, em dibin dengê tevahi jinên tekoşer ên ku iro li beranberi her cure awayê zihniyeta paşveru têdikoşin. Em ê bi dengê xwe qêrina azadiyê bilind bikin ku em bikaribin jin û jiyanê bikin senteza azadiyê.

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.