Çalakvana mafê jinan Nuşîn Kaşwerzinya hate berdan
Çalakvana mafê jinan Nuşîn Kaşwerzinya, piştî dû heftiyan girtî ma hate berdan.
Navenda Nuçeyan- Di 7’ê Gulanê de çalakvana mafê jina Nuşîn Kaşwerzinya piştî dû heftiyan girtî ma hate berdan. Nuşîn Kaşwerzinya ji bo pêşîlêgirtina tunditujiya li hemberî jinê xebat dikir, di 25’ê Nîsanê de ji aliyê berpirsê emnî yê Tahranê hat girtin û wê birin girtîgehê. Piştî girtîmayîna dû hefteyan di 7’ê Gulanê de hate berdan.
Heta niha jî sedemê girtina çalakvana mafê jina Nuşîn Kaşwerzinya tiştek nehatiye gotin.