Li Hewlêrê li dijî tundiyê şano hate nîşandan

Li ber Kelha Hewlêrê şanoya bi navê Bêdengiyek Reşpoş ya li dijî şîdeta li hemberî malbatê hate pêşandan û di şanoyê de peyama rawestandina tunditujiya li dijî jinê hate dayîn.

Navenda Nuçeyan - Duh li ber Kelha Hewlêrê şanoya bi navê  Bêdengiyek Reşpoş ya li dijî şîdeta nav malbatê hate pêşandan. Naveroka şanoyê derbarê ew kesên ku bi her awayî şîdetê di nava civakê de pêktinin bû û di vê şanoyê de peyama rawestandina tundûtujiya li hemberî jinê tê kirin hate dayîn.

Şanoya Bêdengiya Reşpoş ji aliyê heft çalakvanên jin ve hate lîstin. Ev cara çarem e şano tê lîstin. Berê li Silêmanî jî hatibû lîstin û duh jî li Hewlêrê hate pêşandan.