Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Em biherikin ser sînor û şer rawestînin

Dayikên li Nisêbînê hatin cem hev, wiha gotin: “ Em naxwazin xwîn birije. Ev êş dê heta kengî bê jiyîn? Divê dayik biherikin sînoran. Divê ev şer biraweste.”

Mêrdîn - Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya Roja Dayikan de li Taxa Yenîşehîr a navçeya Nisêbînê a Mêrdîn çalakiyek li dar xist. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera HDP’ê Pero Dundar, Dersim Dag, Nûran Îmîr, Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyên nexweş û ji Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Amed û Sêrtê,  gelek dayik tevli çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de helbest hat xwendin

Parkarta “Heta rojên azad ava bikin, emê tekoşîna xwe bidomînin” û pankarta Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya bi nivîsa “Dayikên têkoşînê rûmeta me ne” hatin daliqandin. Dayikên ku hatin qada çalakî dirûşmên "Bijî berxwedana Zapê", "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "Bijî berxwedana dayikan" berz kirin. Di çalakiya ku bi rêz girtine detpê kir de dayikan sirûda "Çerxa Şoreşê" xwendin. Di çalakiyê de bi wesîleya Roja Dayikan helwesta “Dayika Delal” hat xwendin.

Dayik dê li gel zarokên xwe bin”

Rêvebera MEBYA-DER'ê Meryem Soylu ya bi pîrozkirina Roja Dayikan dest bi axaftina xwe kir, wiha da diyar kirin:“ Îro dayik hêvî dikin ku zarokên wan îro pîroz bikin. Lê belê dayik nikarin bigihîjin zarokên xwe. Çi dibe bila bibe, zarokên me di hembêza me de dijîn. Ev pergal, nahêle dayik bigihîjin zarokên xwe re. Dayik di rojeke wiha de nikarin biçin ser gorên zarokên xwe jî. Lê ew çi bikin bila bikin, dayik dê li gel zarokên xwe bin.”

“PDK zarokên me qetil dike”

Meryem Soylu ya bertek nîşanî PDK'ê ku di êrîşên li dijî Herêma Kurdistana Federe de bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike da, wiha pirs kir: “ PDK’ê îro çiyayan bonbebaran dike, zarokên me qetil dike. Barzanî zarokên me bombebaran dike. Ma hûn şerm nakin? Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser têkoşîna Dayikên Aştiyê û  têkoşîna li dijî şer a dayikên laçik spî hate nîşandan.

"Me gelek êş kişand, êdî bes e”

Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Esmer Çikmaz axivî. Esmer Çikmaz ku bertek nîşanî gefên li dijî Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran da, diyar kir ku ev êrîş li hemû jinan e. Meryem Çikmaz derbarê êrîşên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê de wiha got: “ Em naxwazin xwîn birije. Ev êş dê heta kengî bê jiyîn? Divê dayik biherikin sînoran. Divê ev şer biraweste. Bila êdî cenazeyên zarokên me nayên. Me gelek êş kişand, êdî bes e. Lanet li PDK’ê bê. Di navê te  de Kurdistan  heye, ma tu şerm naki? Divê di zûtirîn dem de ji we xeletiyê were zivirin. Ger îro em bin. sibe dora wî ye. Bila vê yekê ji bîr neke.

“Yekane daxwaza me aşitî û azadiye”

Nazîfe ya di Nobeta Edaletê de cih digre, diyar kirin ku 6 meh in daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Bila ev xwîn bisekne, daxwaza me ew e. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Yekane yekane daxwaza me aşitî û aza