Mala Xwendinê ya Helebê têkoşîna Nagîhan Akarsel nemir dike
Li Xwendingeha Şehîd Nagîhan Akarsel a li Helebê gel ramana xwe pêşve dibe û zanîn û fêrbûna xwe zêde dike.

SÎLVA MENLA OSMAN
Heleb – Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2023’yan de, ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel di sala 1976’an de li bajaroka Xelikan a bajarê Konyayê ji dayîk bû. Li Zanîngeha Gazî ya li Enqereyê xwend, Bawernameya Rojnamegerî, Weşan û Medyayê girt. Yek ji armancên wê yên herî berbiçav, azadkirina jinan a ji serdestiya mêran bû. Nagîhan Akarsela ku Endama Akademiya Jineolojiyê û edîtora sereke ya kovarê bû, ji temenê ciwaniyê ve ji xwendin û pirtûkan hez dikir, beşdarî azadiya jinan, xurtkirina têkoşîna wan û parastina mafên wan bû.
Ji bo pêkanîna beşek ji xewna Nagîhan hat avakirin
Xwendingeha Şehîd Nagîhan Akarsel li taxa Şêx Meqsûd Şerqî ya Helebê, bi taybetî di salvegera yekem a qetilkirina wê de hat vekirin. Xwendingeha Helebê ji bo pêkanîna beşek ji xewna Nagîhan Akarsel hatiye damezrandin. Armanca vekirina xwendingehê, pêşxistina çand, hişmendî û zanînê ya di nav mirovan de, bi taybetî jî di nav jinan de ye. Nagîhan beşdarî şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, ev yek bû sedem ku dagirkeriya Tirk wê li Herêma Kurdistanê hedef bigre. Ji wê rojê ve, rayedarên herêmî li ser êrîşên dubare yên dagirkeriya Tirk ên li ser axa wan, bêdeng mane.
Armanca vekirina mala xwendinê
Zeyneb Hemo ku endama Navenda Jineolojiyê (Zanistên Jinan) a li Helebê ye, got ku armanca vekirina navendê, avakirina cîhek bêdeng û rêkûpêk bûye û wiha got: “Ji bo xwendevan û xwendekaran hat avakirin da ku alîkariya wan bike ku li ser xwendina xwe bisekinin. Ev cih ji bo temen an komek taybet nehatiye destnîşankirin; mezin, ciwan û zarok tên ba me.”
Di xwendingehê de pirtûkên curbicur hene. Ji pirtûkên felsefî û dîrokî bigre heya romanên navneteweyî, Erebî û Kurdî û heta çîrok û kovarên rengîn û wênesazkirî ji bo zarokan ku xwendinê teşwîq dikin, hene. Pirtûkên bi çar zimanan li Xwendingehê hene: Erebî, Kurdî, Tirkî û Îngilîzî.
Cureyên pirtûkan
"Kül Kokusu" (Bêhna Xweliyê) berhevokek ji nivîsên Nagîhan Akarsel e (broşûr). Her wiha pirtûkên li ser têkoşîn û azadiya jinan, pêşeroja şoreşa jinan, felsefeya Jin, Jiyan û Azadî, rêzepirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek pirtûkên dîrokî hene.
Rastî eleqeyek mezin tê
Zeyneb Hemo got ku daxwazek mezin ji bo mala xwendinê heye û wiha berdewam kir: “Hejmara kesên ku ji bo xwendinê tên rojane di navbera 30 û 40 kesan de ye. Dema ku xwendekar xwendingeha xwe diqedînin, her yek pirtûkek hildibijêrin ku bixwînin. Di vê çarçoveyê de, dema xwe ya vala di perwerde, zanist û zanînê de derbas dikin.”
Akademiya zanistên jinan pêşniyar kir
Zeyneb Hemo anî ziman ku xwendingeh cîhek ji bo nîqaşên vekirî û fêrbûna li ser nêrînên yên din e, ku ev yek dibe alîkar ku hişmendî û zanîn di nav xwendevan û xwendekaran de bipêş bikeve. Zeyneb da zanîn ku xwendingeh her roj ji saet ji nehê sibehê heta nehê êvarê vekirî ye û bêpere ye. Zeyneb wiha got: “Yek ji xewnên Nagîhan Akarsel ew bû ku ne tenê li yek cihî, li çend cihan navendek xwendinê hebe. Akademiya Zanistên Jinan ramana avakirina navendeke xwendinê bi navê wê pêşniyar kir û Navenda Lêkolînên Zanistên Jinan li Helebê ev raman pêk anî.”
Çalakî jî hene
Zeyneb Hemo destnîşan kir ku çalakiyên ku li navendê têne lidarxistin ne tenê bi xwendin û xwendinê ve sînordar in, gelek çalakiyên çandî jî berdewam dikin û wiha got: “Wek Roja Zimanê Kurdî, Roja Jinan, dayîna dersên li ser şîdeta li dijî jinan, dersa destpêkê li ser şecereyê, dewreyeke perwerdehiya satrancê, çawaniya çêkirina sêveke evînê, performansên muzîkê, hînkirina amûrên muzîkê û şevên helbestan.”
Navenda xwendinê her sal di salvegera qetilkirina Nagîhan Akarsel de çalakiyan li dar dixe. Ev dîrok bi salvegera vekirina navendê re hevdem e.