Li Îranê li dijî du rojnamevanên jin û rojnameyekê doz hat vekirin

Rejîma Îranê li dijî nûçegihana rojnameya Şark Meryem Lotfi, ku li ser rêjeyên jidayikbûnê yên bi sendroma Down re nûçe şandibû û li dijî Merziye Mahmudi ji ber posta wê ya medyaya dîjîtal doz vekir.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zext û zordariya li ser azadiya çapemeniyê berdewam dike. Du rojnamevanên jin ên li Tehranê dixebitin, ji ber rapor û nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal, vê dawiyê rastî dozên qanûnî hatin.

Di 1’ê Cotmehê de, Meryem Lotfi ya rojnameya Şerq ji aliyê Dozgeriya Tehranê ve ji ber ku raporek li ser zêdebûna jidayikbûnên bi sendroma Down piştî "Qanûna Nûjenkirina Gelheyê" belav kiribû, hate tawanbarkirin. Di raporê de gotinên pisporekî laboratuwarê hatibûn vegotin û hatibû gotin ku rêjeya jidayikbûnê piştî vê qanûnê ji sedî 1,2 zêde bûye û gihîştiye ji sedî 2,9. Wezareta Tenduristiyê îdiayan wekî "bê bingeh" red kir, û piştre dozgeriyê doz li Meryem Lotfi û rojnameyê vekir û wan bi "nûçeyên derew" tawanbar kir.

Ji ber nivîsên wî doz lê hatibû vekirin

Nûçegihana aboriyê Merziye Mahmudi ragihand ku ji ber parvekirina nûçeyek ku Meryem Lotfi îmze kiriye li ser hesabê wê yê medyaya dîjîtal, Dozgeriya Çand û Medyayê doz li wê vekiriye.

Merziye Mehmûdî di posta xwe de diyar kir ku rêjeya jidayikbûna pitikên bi sendroma Down ji sedî 2.5 zêde bûye û bêyî ku navê rojnamevan Meryem Lotfî bide, ev tişt nivîsand: "Piştî nûçeyek ku di rojnameyeke welêt de hat weşandin, ku berteka Wezareta Tenduristiyê kişand û her wiha ji bo dezgehên medyayê yên dijber jî wekî materyal xizmet kir, Dozgeriya Tehranê li dijî rêveberê berpirsiyar ê rojnameyê û kesên ku rapor amade kirine ji ber çêkirina nûçeyên derew doz vekir."

Merziye Mehmûdî berê bi gelek pirsgirêkên qanûnî re rû bi rû maye. Di Tebaxa 2024’an de, ji ber ku li ser kêmbûna petrolê li sûkê rapor nivîsandiye, 40 milyon tûmen cezayê pere lê hatiye birîn. Di Gulana 2023an de, ji ber posteke li ser mirina Nika Shakarami, 24 milyon tûmen cezayê pere û salek sirgûn lê hatiye birîn. Ev ceza di Cotmeha 20232an de ji bo 240 milyon tûmen cezayê pere û salek sirgûnkirina taloqkirî hatiye guhertin.

Dozên ku Meryem Lotfi û Marziye Mahmudî pê re rû bi rû ne, nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan û azadiya ramanê li Îranê her ku diçe zêdetir dibe. Rêxistinên rojnamevanan tekez dikin ku ev rewş ji bo azadiya çapemeniyê wêneyek xemgîn pêşkêş dike.