Li Yemenê ji bo xaniyên ku di şer de wêran bûne ji nû ve ava bibin çalakî hat lidarxistin

Di çalakiyeke protestoyî de jinên Yemenê ji rayedarên pêwendîdar daxwaz kirin ku xaniyên di şer de wêran bûne ji nû ve ava bikin û ziyanên ku gihştine wan telafî bikin.

NOOR SURAIB

Yemen – Jinên Yemenê ji bo jinûveavakirina malên wan ên wêranbûyî ji dema şerê navxweyî yê Yemenê ku ji sala 2015`an ve dest pê kir û zirar gihîşt sivîlan û milkên wan ên taybet li nêzî baregeha Konseya Serokatiya Yemenê çalakiyeke protestoyî organîze kirin. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn bang li rayedaren pêwendîdar kirin ku xaniyên di şer de wêran bûne ji nû ve ava bikin, zirarên ku gihîştine wan telafî bikin û malên demkî ji wan re peyda çêbikin ji ber ku ji ber krîza aborî û bihabûna zêde nikarin lêçûnên kirê bidin.

 "Heft sal in em sebir dikin"

Ji Koleja Perwerdeyê ya Zanîngeha Adenê Radiya Ebdullah ku yek ji jinên ji ber şer mala wê hilweşiyaye diyar kir ku divê ev çalakî bibe mijara raya giştî ji ber ku ew daxwaza mafên xwe dikin û wiha got: "Heft sal in tevî îhmalkirinê jî em sebir dikin û ev çalakiya me ya protestoyî ya yekem e. Bi hezaran malbat ji ber ku malên wan wêran bûne koçber bûne û em ji ber bihayên bilind ên kirê êşê dikşînin. Doza me hatiye jibîrkirin. Em hêvî dikin ku dengê me bigihîje Konseya Serokatiyê, em dixwazin ji wan re bibêjin ku êdî bes me îhmal bikin, em di rewşeke felaketî de dijîn. Divê li ser doza me helwesteke însanî hebe, em tenê mafên xwe dixwazin."

Li gorî çavkaniyên taybet, li Adenê 13 hezar û 250 xaniyên ku ji ber şer zirar dîtine hene.

Piştî organîzekirina çalakiyê, komîteya ku ji xwediyên xaniyên wêranbûyî yên şerê sala 2015’an pêk dihat, bi rêveberê Ofîsa Serokatiya Konseya Serokatiya Yemenê re hevdîtin pêk anî û daxwazên xwe pêşkêş kir.