Mêrê êrîşkar jina ku di qonaxa hevberdanê de bû derp kir, xwîşka jinê kuşt

Ozgecan O. ji aliyê ku mêrê di pêvajoya hevberdanê de bû hate derp kirin. Di êrîşê de xwîşka jinê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Serpêna KADES'ê nekarî jinekê biparêze. Ozgecan O. ji aliyê mêrê ku pê re di pêvajoya hevberdanê de bû hate derp kirin. Xwîşka wê Ezgican Taşiran ji aliyê hevsera jinekê ve hat qetilkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li kolana 19’emîn e Mehmet Akîf Ersoy ya Taxa Bahçelîevlerê ya Çorumê Ozgecan O., dayika wê Y.T. û xwişka wê Ezgi Taşiran çû zaroka xwe ya ku li gel Emrah O. ya ku di pêvajoya hevberdanê de bû bigre. Emrah O. bi jin, dayika wê û xwîşka wê ya ku li kolanê hev dîtin re nîqaş kir. Di vê navberê de Ezgî Taşiran ji dayika xwe xwest ku pêlê botuna Sepena Piştevaniya Jinan (KADES) a li ser telefona xwe bike. Emrah O. ê piştî bi demanceya ku ji pişta xwe derxist, 9 caran gule li Ezgî Taşiran reşand, Ozgecan O. jî derp kir.

Dema mêrê êrîşkar reviya, li ser îhbarê ekîbên polîs û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ezgî Taşkir a ku bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya hat rakirin jiyana xwe ji dest da. Emrah O. yê ku piştî êrîşê reviya hîn nehat girtin.