Li Xezayê tirsa dagirkirineke nû: Divê ev kabûs niha bi dawî bibe

Her ku gefa dagirkirina Xezeyê ji aliyê Îsraîlê ve zêde dibe, êşa jin û zarokan di bin giraniya koçberiya bi darê zorê, windakirina nasnameyê û şer de bi awayekî berbiçav zêde dibe.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber berdewam dikin. Bombebarana ku bi rojan berdewam kir, niha veguheriye jenosîdekê û wekî yek ji mezintirîn trajediyên mirovî yên serdema me di dîrokê de cih girtiye. Şer, digel birçîbûnê, koçberkirina bi darê zorê, tecawiz, komkujiyên dubarekirî û hilweşîna xizmetên tenduristiyê, Xeza gihandiye xalek krîtîk, bi taybetî ji bo jinan.

Di encama êrîşên Îsraîlê de heta niha zêdetirî 60 hezar kes hatine kuştin û zêdetirî 100 hezar kes jî birîndar bûne. Hejmara miriyên ji ber birçîbûnê ji 154 derbas bûye. Di dawiyê de, Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê biryar da ku Bajarê Xezayê ji nû ve dagir bike. Lêbelê, bajar niha di bin dorpêça Îsraîlê de ye, hemî xalên ketin û derketinê girtî ne. Biryara berfirehkirina dagirkirinê bandorek kûr li ser 1.5 mîlyon mirovên ku bi darê zorê ji deverên herî dûr ên bakur û başûr koçber bûne kiriye.

Tevî windakirinê li hemberî penaberiyê li ber xwe didin

Aîda El-Kehlût dizane ku axa Zîvala Xezayê pîroz e û koçberiya bi darê zorê ne mumkin e. Ev sozek îlahî ye ku bi baweriya xwe bawer dike û ev wê motîve dike ku bi aramî li axa xwe bimîne. Ew bi fikarên rojane û xeteriyên vê êrîşê re rûbirû dimîne. Aîda El-Kehlût wiha axivî: "Em nexwazin koç bikin û terka mal, milk û bîranên xwe bikin. Me sebze li ber mala xwe çandine û em hêvî dikin ku jê bixwin. Ji ber pêlên koçberiyê yên domdar min hemû belge û nasnameya xwe ya Filistînê winda kiriye. Ji bakurê Zîvalê bi zorê jiyana xwe ji ber dagirkeriya hêzên Îsraîlê xilas kir. Di heman demê de ji ber şerê domdar rewşa me ya aborî jî têk çûye û em bi xizaniyê re rûbirû ne."

Gef û kuştina bi zanebûn polîtîkayên hêzên Îsraîlê ne

Li gorî Aîda El-Kehlût, hêzên Îsraîlê dest bi avêtina belavokan kirine ku ji niştecihan re şîret dikin ber bi başûr ve derkevin. Ev jî şerekî derûnî di nav niştecihan de zêde dike. Aîda El-Kehlût senaryoya ku dema red kir bakur û cihê xwe terk bike, rastî êrîşên hêzên Îsraîlê hatin û bi zorê neçarî koçberiyê bûn, bi bîr anî û got: “Gef û kuştina bi zanebûn, ev senaryoya ku hêzên Îsraîlê her dem bi kar tînin e. Piştî hişyariyan bedenên şewitî tên, deverên niştecihbûnê li ser serê niştecihên wan hilweşiyane, zarok, ciwan û jin tên girtin û bi rojan dorpêçkirin bê xwarinî û bêavî heye. Her wiha li kolanan erd tên kolandin û jin û zarok tê de têne veşartin. Ji ber vê yekê ger rewş xirabtir bibe ez ê bi zarokên re re birevim."

Hezar dolar ji bo koçberiyê lê bihayek ji bo rûmeta Filistînî nîn e

Aîda El-Heklût tekez kir ku lêçûna koçberiyê her carê ji hezar dolarî derbas dibe, di nav nebûna kar an jî çavkaniyek dahatê de û got: "Carna ji ber lêçûnên zêde em nikarin hemû tiştên xwe bi xwe re bibin, ji ber vê em hewl didin tenê zarok û tiştên sereke xilas bikin. Her wiha ji ber nebûna derfet û amûran em neçar dimînin bi agir û pêwistiyên heyî hewcedariyên xwe pêk bînin. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku şerê li Xezayê bi dawî bikin ji ber dê felaketek bi xwe re bîne. Jinên Xezayê dikarin ji bo avakirina herêmê demên dirêj li bende bimînin lê bi şerta ku êrîşên sivîlan dikin hedef, rawestînin. Bi hêvî ne ku ev êrîşa leşkerî ya bejayî pêk neyê ji ber jiyana bi hezaran kesan dê bixe xeterê."