‘Divê komîsyon heta 1’ê Cotmehê pêşnûmezagonên xwe biqedîne’
Serokwekîka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê hat avakirin, xebat, nexşerê û pêşketina wê nirxandin kir.

ELÎF AKGUL
Enqere – Serokwekîka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li meclîsê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, ji ajansa me re nirxand.
Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku meşandina pêvajoya komîsyonê bi ‘kamilbûna siyasî’ hêviyê dide, got ku ‘pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê ye’ û ji bo vê jî peyva demokrasî ya di komîsyonê de girîng e. Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bi bîr xist ku piştî Komîsyona Koçgirî ya di sala 1921’an de hat avakirin heta niha komîsyonek din nehatiye avakirin loma jî ev a yekem e. Gulîstan diyar kir ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê xebatên zagonî werin kirin û da zanîn ku ji bo ev pêşnûme bibin zagon, ji 1’ê Cotmehê pê ve divê bişînin komîsyonên pisporiyê.
‘Gavê yekem ê dewlet hikûmet û meclîsê avêtî ye’
Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 26’ê Sibatê de, kombûna Kongreya PKK’ê û di 11’ê Tîrmehê de merasîma şewitandina çekan, diviyabû gav bihata avêtin û bi gotinên “Komîsyona li meclîsê hatiye avakirin, ji aliyê dewletê yan jî li meclîsê ve gava yekem e. Avabûna vê komîsyonê li meclîsê ya bi beşdariya berfireh a siyasî em girîng dibînin” axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lewre birêz Ocalan jî ji roja destpêkê ve dibêje ku muxatabê pirsgirêkê meclîs û civak e. Ev tenê pirsgirêka AKP’ê, MHP’ê, partî û ya Kurdan nîne, ya 86 milyon welatiyên li vî welatî dijîn e. Diviyabû hemû partiyên siyasî yên li meclîsê komên wan hene yan jî tunene, di vê mijarê de berpirsyariyê bigrin, lê bêguman cihê esasî meclîs e, cihê ku îradeya gel lê tê xuyakirin e. Ji ber wê ya girîng e ew e ku meclîs di vê mijarê de berpirsyariyê bigre, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bingehek çêke.”
Gulîstan bal kişand tevî ku nîqaşên li ser komîsyonê yên wek ‘her partiya siyasî wateyek cuda didê, bendewarî cuda ne’ jî, pêvajo bi awayekî kamilbûyî didome. Gulîstan anî ziman ku hem li ser hiqûqa xebatê ya di civîna yekem a komîsyonê de mutabaqata têkildarî hiqûqa xebatê, hem jî ‘kamilbûna siyasî’ ya di civîna sêyemîn de derketiye holê, hêviyê dide.
‘Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka demokrasiyê ye’
Li ser nîqaşên ji bo navê komîsyonê jî Gulîstan destnîşan kir ku tevî navê wê tam li gorî bendewariyên wan nebûye jî gotinên demokrasî biratiyê yên di komîsyonê de ji bo wan girîng e. Gulîstan vê mijarê bi gotinên; “Pirsgirêka me ya herî zor a îro, ya demokrasiyê ye. Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêka demokrasiyê ye” şîrove kir. Gulîstan diyar kir ku tevî ku di axaftina vekirinê de tevlî gelek gotinên serokê komîsyonê Numan Kurtulmuş nabin jî, axaftin heta tu bêjî pozîtîf bûye û wiha berdewam kir: “Me dît ku di merheleya avakirina vê komîsyonê de bi rastî jî nêzikahiyeke pozîtîf heye, ji bo avakirina wê hewldanên jidil hatin dayîn û dîplomasî hat meşandin. Bi her kesî re hevdîtin hat kirin, hewl dan her kesî tevlî pêvajoya komîsyonê bikin. Nêzikahiyeke wiha berfireh hebû. Ev yek jî erênî ye û mirov kêfxweş dike.”
Di du civînên destpêkê de çi bû?
Gulîstan li ser civînên komîsyonê diyar kir ku di civîna yekem de hiqûqa xebatê hatiye diyarkirin, li serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Karên Derve Alî Yerlîkaya û Serfermandarê Giştî Selçuk Bayraktaroglu hatiye guhdarîkirin. Her wiha da zanîn ku di civîna duyem a girtî de, endamên komîsyonê der barê merheleyên pêvajoyê de hatine agahdarkirin û bersiv ji pirsên wan re hatine dayîn. Gulîstan got ku di civîna sêyem de jî li ser merheleyên ku ji niha û pê ve werin derbaskirin nîqaş hatine kirin.
Pêşniyarên komîsyonê
Gulîstan di berdewama nirxandinên xwe de li ser pêşniyarên komîsyonê yên di civîna dawî de hatine sekinî û wiha rêz kir: “Pêşniyar hebû ku ji niha û pê ve li saziyan were guhdarîkirin, li aliyên mexdûr were guhdarîkirin. Ji bo akademîsyenên ku ji bo çareseriya meseleya Kurd nêrînên wan hene, li rewşenbîran her wiha li akademîsyenên li ser tecrubeyên li cîhanê xebitîne jî hat pêşniyarkirin ku li wan were guhdarîkirin. Wekî din jî hat pêşniyarkirin ku li kesên di pêvajoyên çareseriyê yên berê de hebûne were guhdarîkirin. Niha her kes lîsteya xwe, lîsteya kesên saziyan a dixwaze dê pêşkêşî serokatiya meclîsê bike û ew ê hevpar bikin. Dê hewzeke hevpar were avakirin û di nava wê de jî li ser kesên ku divê destpêkê li wan were guhdarîkirin nîqaşek were kirin. Dê nexşeriyek were diyarkirin. Di hefteya li pêşiya me de du roj em ê li ser vê yekê bixebitin û du rojan em ê li saziyan guhdarî bikin.”
‘Pirsgirêka komîsyonê ya zelaliyê tuneye’
Gulîstan li ser zelaliya civînên komîsyonê û nîqaşên li ser civîna girtî jî sekinî û destnîşan kir ku wan ji roja pêşîn ve diyar kirine ku divê hevdîtinên komîsyonê zelal bin, raya giştî were agahdarkirin û got ku pirsgirêka zelaliyê ya komîsyonê tuneye. Gulîstan diyar kir ku endamên komîsyonê bi riya çapemeniyê raya giştî agahdar kirine, girtekên vê yekê jî di lîsteya meclîsê de hene û got: “Pêvajoyeke ne zelal û veşartî tuneye, berovajî wê li ber raya giştî, li ber çavên hemû gelên cîhanê, pêvajoyeke nîqaşê tê meşandin.”
Piştî 104 salan yekem komîsyona li ser pirsgirêka Kurd
Gulîstan Kiliç Koçyîgît bibîr xist ku di sala 1921’an de Komîsyona Koçgiriyê hatiye avakirin û destnîşan kir ku heta niha ango 104 sal e li ser meseleya Kurd li meclîsê komîsyonek din nehatiye avakirin. Gulîstan wiha berdewam kir: “Ji vî alî ve em dizanin ku ji aliyê dîrokî ve çendî girîng e û em vê komîsyonê pir girîng dibînin.
Ev komîsyon bêguman divê destpêkê li ser pêvajoyê kûr bibe. Ango divê ji bîr nebe ku ev komîsyon bi pêvajoyê ve girêdayî hatiye avakirin. Divê ji bîr nebe ku ji bo bi awayê demokratîk meseleya Kurd çareser bibe hatiye avakirin. Divê guherînên zagonî yên ji pêvajoyê re bibin bersîv, werin kirin. Kesên ku çekê berdin dê xwedî statuyeke hiqûqî ya çawa bin, dema vegerin dê çawa tevlî jiyana siyasî û civakî bibin? Ji bo vana divê guherînên zagonî çêbibin.”
‘Divê mewzûat bi lezgînî werin nîqaşkirin’
Gulîstan da zanîn ku ew pir aşkera dibêjin ‘Em dixwazin werin siyasetê bikin’ û wiha pê de çû: “Wê demê divê mekanîzmayên vê yekê, bingehên zagonî yên ji bo vê yekê divê ev meclîs, ev komîsyon li ser nîqaş bike û ava bike. Di warê meseleya Kurd de di gelek waran de cudakarî hene. Gelek mewzûatên zagonî hene. Divê ev mewzûat hemû bi aweyekî lezgîn werin nîqaşkirin û ji holê werin rakirin. Ya em jê re dibêjin çareseriya meseleya Kurd, tenê pirsgirêkeke ji çeke pêk nayê. Em nikarin bêjin çek ji dewrê derketin, tundî qediya, meseleya Kurd çareser bû. Divê formulên çareseriyê ji bo sedemên meseleya Kurd ên derketine holê, werin pêşxistin.”
‘Nêzîkatiyeke bidawîanîna qeyûman pêwîst e’
Gulîstan şerha Tirkiyeyê ya têkildarî Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê bi bîr xist û wiha domand: “Îro ger meseleya Kurd ger were çareserkirin, bi rastî jî ev pirsgirêk ji holê rabe divê fikarên di peymanên navneteweyî de bi dawî bibin. Pêwîst e demokrasiya herêmî bi hêz bibe, pêkanînên weke qeyûm bidawî bibin. Pêdivî bi nêzikatiyeke wiha heye. Komîsyon nikare her pirsgirêkê çareser bike. Berî her tiştî divê zagonên cudakar ên bi meseleya Kurd re têkildar in, bi awayekî lezgîn ji holê werin rakirin û nêrîneke ku astengiyên heta îro li pêşiya demokratîkbûnê hene bipejirîne. Em dibînin ku nêrîneke negatif a ji tecrubeyên demên borî maye heye. Ji ber wê divê gavên ku van ji holê rake û baweriyê bide werin avêtin. Divê ji aliyê komîsyonê ve bi awayekî lezgîn werin kirin.”
‘Divê pêvajo civakî bibe’
Gulîstan diyar kir ku gava pêşî ya ji bo civakîbûnê ew e ku komîsyon divê li aliyên civakê yên mexdûr bûne, ji ber vê meseleyê pirsgirêkan jiyane guhdarî bike û wiha berdewam kir: “Lê bes nîne. Di heman demê de divê rêxistinên civaka sivîl, civaka sivîl, mekanîzmayên ku ji bo pêvajoyê bibin piştgirî derxin holê. Komîsyon dikare vê yekê jî nîqaş bike, li ser van biryar bigre. Li ser vê yekê civînên li bajaran, kombûna bi gel re, vegotina pêvajoyê ya ji gel re û nêzikahiyên weke zêdekirina desteka gel çêbibin ez bawer dikim ku dê desteka civakî her biçe zêdetir bibe. Ev pêvajo tenê pirsgirêka partiyên siyasî nîne. Divê ev tenê nebe mijara komîsyona ji 51 kesan pêk tê û hemû civak li ser biaxivin. Em ê bi vê komîsyonê gavên pêvajoyeke ku civak ji alî aştî û çareseriyê ye jî, bavêjin.”
‘Divê heta Cotmehê pêşnûmeyên zagonê bên amadekirin’
Gulîstan diyar kir ku divê komîsyon heta Cotmehê pêşnûmeyên zagonê amade bike, pêşnûme ji 1’ê Cotmehê ve ji bo ku di komîsyonên pispor de li ser were axaftin û bibin zagon, bên şandin û nirxandinên xwe wiha bidawî kir: “Bi vê yekê re divê ziman biguhere, zimanê aştiyê serdest be. Ji bo ku şewqa xwe bide civakê, siyaset û çapemeniyê, peywira komîsyonê pir girîng e.”