Meclisa Jinan a PYD: Nadiya El Yûsif li pêy xwe mîrateyek kûr hişt
Hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Cizirê Nadiya El Yûsif, di encama qezayekî trafîkê de jiyana xwe ji dest dan. Nadiya El Yûsif, li pey xwe mîrateyek kûr a têkoşîna şoreşgerî û civakî hişt.

Navenda Nûçeyan – Meclisa Jinan a PYD’ê, ragihand ku Hevseroka Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Cizirê Nadiya El Yûsif di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Meclisa Jinan a PYD’ê balkişand li ser rola Nadiya El Yûsif ya girîng a di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û bandora wê ya di pêvajoyên biryargirtinê ya jinan de. Meclîsê, her wiha diyar kir ku ji bo pêşxistina xizmetên li herêmê û zêdekirina beşdariya jinan a ji bo jiyana civakî, hewildanên mezin daye.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, sersaxî da malbata Nadiya El Yûsif û tevahî malbatên şehîdan û soza şopandina rêça wan heta pêkanîna armancên wan da.
Nadiya El Yûsif, ji destpêka Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve tev li şoreşê bûye û fedakariyên mezin kiriye. Kurê wê Rîwan Tirbespiyê di 2019’an de di şerê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest da. Nadiya El Yûsif, di gelek kar û xebatan de cihgirt û ji bo têkoşîna azadî û edaletê ya herêmê hewildanên mezin da.