Li Xezayê qirkirin didome û cîhan hê jî bêdengiya xwe didomîne! - GOTAR

Êşa Xezayê, soza esas a berxwedanê vedibêje. Belgeya herî mezin ew e. Jiyan li hemberî mirina herî zor bi bihêztir e.

JOYA HATŞITÎ

Xeza îro di ekranên televîzyonan de ne tenê nûçeyek ji rêzê derbas dibe ye. Xeza cihekî ku dayîkek zarokên xwe winda kiriye, bavek di nava xirbeyan de li bermahiyên mala xwe digere, zarokek bêxwedî li kolanê bi tena serê xwe radizê ye.

Bi mehan e zêdeyî 2 milyon mirov, di bin pencên şerek bêeman de ne. Mal li ser serê wan tên hilweşandin, nexweşxane veguherîne gorên komî, dibistan li ber çavên cîhanê tên hedefgirtin. Kehrebe qut bûye, av kêm e, xwarin û derman di bin dorpêçê de ne. Hema bibêje jiyan rawestiyaye. Gelo li hemberî van hemûyan cîhan çawa dikare bêdeng be?

Pirsgirêka mirovî

Lê tevî van hemû hilweşînan, li Xezayê hê de rbarê jiyanê de hêvî heye. Tevî birçîbûnê, zarokên ku dikenin, mêrên ku her sibeh konên xwe careke din ava dikin, jinên ku di nava xirbeyan de li ser agir nan çêdikin hene... Ev mirov nîşanî cîhanê didin ku berxwedan û mirovbûn di demên herî zor de tê çi wateyê!

Li Xezayê ew tenê ne pirsgirêkeke siyasî ye, beriya her tiştî pirsgirêka mirovî ye. Erka me hemûyan ew e ku em li dijî kiryarên li Xezayê dengê xwe derbixin. Xeza ne dûr e, Xeza îro di dilê me hemûyan de ye. Di dawî de tekane çeka di destên me de maye hêvî ye. Hêviya ku wê ev kabûs bi dawî bibe û kes nikare vê hêviyê ji me bigre heye.

Têkoşîna jinên Xezayê

Dema em behsa Xezayê dikin, nikarin dîmenên jinên Filistînê ku bi serbilindî disekinin û destên zarokên xwe digrin ji nedîtî ve bên. Her çendî hewl bidin wê bêdeng bikin û tune bikin jî ew li ser lingan dimîne. Di vî şerî de jin bedelên herî giran de ye. Di gelek êrîşan de jiyana xwe ji dest daye, gelek ji wan zarok û hevjînên xwe winda kirine, piranî bê mal mane lê belê her sibeh jiyanê bi rêxistin dikin. Zarokan li dora xwe kom dikin, stranên ku dengê balafiran bidin jibîrkirin ji wan re dibêjin. Berxwedana wan ne berxwedanek ji rêzê ye, têkoşînek li dijî fikrên ku dixwaze Xeza ji nexşeriyê rabe ye. Bi kamereya telefonê tiştên diqewimin ji cîhanê re radigihîne.

Jinên Xezayê hem êşê hem jî hêviyê bi hev re di hemû kêliyên jiyanê de dihewînin. Dema zarokên xwe dispêrin axê rondik dibarînin lê belê bi sebr li ser piyan dimînin. Ji birçîna û tirsê bedena wan diweste lê belê dilê wan baweriya ku ev ax ji nû ve rabe ser piyan diparêze.

Di dema qirkirinê de, jinên Xezayê êdî ne tenê sembol in, bi xwe çîrok in. Êşa Xezayê, soza esas a berxwedanê vedibêje. Belgeya herî mezin ew e. Jiyan li hemberî mirina herî zor bi bihêztir e. 

*Endama Komîteya Jineolojiyê